Ji PÎK`ê banga ’Li hemberî neheqiyê helwesteke neteweyî nîşan bidin’

PÎK’ê nerazîbûn nîşanî biryara ’Doza Kobanê’ da û ev bang kir, "Li hember neheqî û bê edelatiya dewleta Tirk helwestekî neteweyî nîşan bidin."

Ji PÎK`ê banga ’Li hemberî neheqiyê helwesteke neteweyî nîşan bidin’
17 gulan 2024   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Îslamî ya Kurdistan (PÎK) der barê Doza Kûmpasê ya Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. PÎK’ê diyar kir ku dadgeha dewleta Tirk di 16’ê Gulana 2024 de di bin navê doza Kobanê de di serî de Selahattîn Demîrtaş û gelek siyasetmedarên Kurd hatin dadgeh kir û got, “Dadgeha Tirk a faşîst bi ferma desthilata AKP-MHP’yê 42 sal cezayê zindanê li hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş birî. Di heman demê de bi dehan salan ceza siyasetmedarê Kurd birîn.’’

PÎK’ê bi bîr xist ku bajarê Kobanê ya Rojava di 2024’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hat dorpêçkirin û wiha berdewam kir: “Şervanên gelê Kurd bi tifaqa neteweyî û hêzên navneteweyî eî DAIŞ’ê ji Kobanê hat qewîtandin. Erdogan tola têkçûna DAIŞ’ê ji siyasetmedarên Kurd hiltîne. Di dîroka dewleta Tirk a dagirker de herdem li hember Rêber û siyasetmederên Kurd siyaseteke înkarê û qirkirinê hat meşandin û hîn ji tê meşandin.

Dewleta Tirk bi salane li ser gelê me qirkirinekê pêk tînê, bi hezaran Rêber, siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar û her kesên din ên gelê me di zindanan de dîl girtin. Ji avabûna dewleta Tirk û vir ve bêyî ku maf û hiqûq bê naskirin li dijî gelê Kurd polîtîkaya îmha û înkarê tê meşandin. Nasname û hebûna gelê Kurd hatiye înkarkirin, şerê qirker ê li dijî têkoşîna azadiyê ya ku gelê me bi salan daye destpêkirin didome. Dewleta Tirk li dijî daxwazên mafdar ên siyasî yên gelê me ji bilî têkoşîna çekdarî ti rê nehiştiye."

PÎK herî dawî ev bangewazî kir: “Bangewaziya me ji bo gelê Kurd, li hember siyaseta dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin. Li hember neheqî û bê edelatiya dewleta Tirk helwestekî neteweyî nîşan bidin. Li hember zaliman bê deng mayîn jî zilm e. Em biryara dadgeha dewleta Tirk li hember Selahattîn Demîrtaş û hemû siyasetmederên Kurd bi tundî şermezar dikin. Em bi ruhekî neteweyî li ba wan in."