Ji parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga lezgîn

Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê de bang li saziyên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê kir.

Ji parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga lezgîn
31 kanûn, 2024   15:47
QAMIŞLO

Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê îro bi rêya daxuyaniyekê li Qamişloyê bangeke lezgîn ji saziyên navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê re, şand.

Daxuyanî bi zimanê îngilîzî ji aliyê berpirsa ragihandinê ya Meclisa Edaleta Civakî Bêrîvan Faris Resûl û bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Yekitiya Parêzeran Heyfa Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek parêzer, dadwer, xebatkarên dadweriyê û  çalakvanên mafên mirovan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dixwazin bala we bikişînin ser rewşa aloz û metirsîdar û gefa li dijî aştî û aramiya herêma me.”

Her wiha hate gotin: “Tirkiye bi helwêstên xwe yên dijmirovî têvdana ji bo kuştin û qirkirna li dijî pêkhateyeke bingehîn a gelê Sûriyê dike, herî dawiyê jî serokê rejima tirk Erdogan got, ger kurd çekên xwe radest nekin, em ê wan tevû çekên wan binax bikin. armanca van gefan têkbirina ezmûna Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ku li hember rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bû asteng. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di şerê li dijî terorîzmê de, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevkariya zêdetir ji 80 welatên ewropî û erebî, qurbaniyên pir mezin dan, lê îro em rûbirûyê hewildanên berdewam ên Tirkiyê ên têkbirina vê ezmûnê û têkbirina ewlehî û aramiya herêmê dibin. Herî dawî jî bajarê Minbicê yê Sûriyeyê dagir kir û niha jî hewil dide Kobanî ku li cîhanê bûye sembola têkoşîn û berxwedanê li dijî terorê, dagir bike. "

Parêzer û mafnasan di daxuyaniya xwe de got girîng e QSD di her pêvajoya danûstandinan de bi hikûmeta Şamê re xwedî roleke diyarker be û hate gotin: “Çi çareseriyeke ji bo siberoja Sûryeyê divê mafên Kurdan û mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê biçesipîne , din nav de jî pejirandina sîstema nenavendî ku em dibînin ew sistem dikare mafên me yên xwerêvebirnê, dadmendî û wekheviyê, misoger dike.”

Yekitiya Parêzeran di dawiya daxuyaniya xwe de bang li saziyên navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê kir ku mekanîzmayeke navdewletî ya ku beşdarbûna QSD di danûstandinên siyasî yên ligel hikûmeta Sûriyeyê de misoger dike, peyda bikin û hate gotin: “Her wiha em ji bo mafên xwe yên netewyî û çandî gerandtiyên destûrî dixwazin. Gerantiyên ku Sûryeya siberojê wê pirreg be, li ser rêgezên nanavendiyê ku rêzê li mafên hemû pêkhateyan digire.”

(k)