Şêniyên Hesekê tevlî seferberiyê bûn

Di çarçoveya bersivdana banga seferberiya giştî ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, 70 kes ji bajarê Hesekê tevlî sefeberiyê bûn.

Şêniyên Hesekê tevlî seferberiyê bûn
31 kanûn, 2024   15:48
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê xwedî li banga Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya seferberiya giştî derketin. 70 kes (30 jin û 40 mêr) bi daxuyaniyekê tev li seferberiyê bûn.

Daxuyanî bi navê gelê Hesekê Stêra Hesekê û Rajar Hesen ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên giran li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: " Keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pişgiriyê didin QSD' û YPJ' ê. Hêzên me hemû planên dagirkeriyê yên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê têk birin. Tevhî pêkhateyên bajarê Hesekê em ê pêşgiriya hêzên xwe yên parastinê bin. Her wiha em tevlî seferberiyê dibin."

(bb)

ANHA