Ji NPG'ê peyama pîrozbahiyê

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG'ê fermandar û şervanên li Qadên Berxwedanê yên Sergelê û Girê Baharê pîroz kir. NPG'ê bal kişand ser çalakiyên meha dawî û xistina du helîkopteran û hêza gerîla ji ber van çalakiyan pîroz kir.

Ji NPG'ê peyama pîrozbahiyê
8 tebax 2024   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyamek pîrozbahiyê ji şervan û fermandarên li Qada Berxwedanê ya Sergelê û Girê Bahar re şand. 

Peyama NPG'ê bi vî rengî ye:

"Ji 3'ê Tîrmehê û vir ve li Qadên Berxwedanê yên Sergelê û Girê Bahar êrişeke nû ya dagirkeriyê tê kirin. Di nava meha derbasbûyî de li hemberî êrişên hewayî û bejahî yên artêşa dagirker, di asteke girîng de bersiv hate dayin û çalakiyên xurt hatin kirin. Li gel çalakiyên îmhakirina vînç û wesayitên zirxî, lêdana li wesayitên leşkerî û hêzên teqwiye yên dagirkeran, bi taktîkên afirîner 10'ê Tîrmehê û 16'ê Tîrmehê 2 helîkopterên Skorsky ên artêşa Tirk hatin xistin. Ev çalakiyên ku encamgiriya rêbaza şerê bi tîmê pispor ê dema nû raxist pêş çavan, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Di êvara 6'ê Tebaxê de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar yekîneyeke dagirker destpêkê hate kontrolkirin, piştre bi tîmên gerîla yên koordîneyî li qadê kemîn li pêşiyê hate danîn û bi çalakiyeke bi bandor derba giran lê hate xistin. Di vê çalakiyê de 14 dagirker hatin cezakirin ku fremandarê bi paye yê yekîneya dagirker jî di nav de bû û 5 dagirker bi giranî birîndar bûn, bi vî rengî yekîneya dagirker hate tasfiyekirin. Vê çalakiya serketî careke din nîşan da ku dema taktîkên gerîla yên dema nû û rêbaza şer a bi tîmê pispor bi rengekî rast bi cih hate anîn wê di kîjan astê de encamê werbigire. Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê ahte kirin ku fermandarê me yê mezin pêşengî ji pêngavê re kiribû. Lewma ev çalakiya me ya serketî hîn bi wate bûye.

Di çalakiyên pêvajoya şer a meha dawî de 2 helîkopter hatin xistin. Hemû yekîne û tîmên pispor ên ku di çalakiyên dawî de keda xwe hebû, ji ber serketina wan pîroz dikin. Di van rojên salvegera Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê de em di wê baweriyê de ne bi ruhê fedaî yê Egîdan û rêbaza serketin wê serketinên hîn mezin bêne bidestxistin. Li ser vê bingehê hevrêyan hemûyan bi hestên şoreşgerî silav dikin."