Partiya Sûriya Pêşerojê: Rejîm dixwaze fitneyê di navbera êl û pêkhateyên herêmê de derxe

Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kir ku planeke xeternak heye ku hikumeta Şamê dixwaze pêk bîne. Her wiha diyar kir ku hikumeta Şamê dixwaze fitneyê di navbera pêkhate û êlên herêmê de derxe. Partiyê bang li hêz û aliyên sûriyeyî kir ku berjewendiya nîştimanî ya sûriyeyî bidin pêş.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Rejîm dixwaze fitneyê di navbera êl û pêkhateyên herêmê de derxe
8 tebax, 2024   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyaniyek da û bang li hêzên sûriyeyî kir ku berjewendiya nîştimanî di ser her tiştî re bigirin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Helwestên siyasî yên tund li Rojhilata Navîn, derketina pêş a zimanê gefan di navbera hêzên herêmî de, nîşan didin ku dê şerekî wêranker rû bide. Ev rewş hawîrdoreke guncaw ji rêxistinên tundraw re, bi taybet DAIŞ, peyda dike ku careke din xwe bi rêxistin bikin û êrişên xwe yên terorî dubare bikin.

Êrişên dawîn ên li Dêrazorê beşeke wê ye ku hêzên hikumeta Şamê û komên çekdar ên wê, êrişî Dêrazorê kir da ku şerekî giştî li herêmê derxin û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên ewlehiyê yên herêmê pê mijûl bibin. Armanca sereke derxistina fitneyê di navbera pêkhate û êlên herêmê de ye, ji bo ku berjewendî û armancên hêzên herêmî li ser hesabê sûriyeyiyan pêk bînin.

Em hewldanên rejîma Sûriyeyê şermezar dikin û bang li hêzên sûriyeyî dikin ku berjewendiya nîştimanî di ser her tiştî re bigirin, nehêlin Sûriye veguhere qada aloziya hêzên herêmî. Ji ber ku ev dê êşên gelê me zêdetir bike ku ji destpêka aloziyê ve berdewam in û di asoyan de tu çareseriyeke siyasî xuya nake."

(şx)