Ji merasîma şehîd Nadiya El Yûsif: Pêwîstî bi xurtkirina yekitiya nîştimanî heye

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî di merasîma sersaxiyê ya şehîd Nadiya El Yûsif de got pêwîstî bi xurtkirina yekitiya nîştimanî ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî û pirreng heye.

Ji merasîma şehîd Nadiya El Yûsif: Pêwîstî bi xurtkirina yekitiya nîştimanî heye
Ji merasîma şehîd Nadiya El Yûsif: Pêwîstî bi xurtkirina yekitiya nîştimanî heye
Ji merasîma şehîd Nadiya El Yûsif: Pêwîstî bi xurtkirina yekitiya nîştimanî heye
Ji merasîma şehîd Nadiya El Yûsif: Pêwîstî bi xurtkirina yekitiya nîştimanî heye
15 tebax, 2025   15:02
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Tirbespiyê û gundewarên wê ê Kurd, Ereb û Suryan, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî berê xwe da konê sersaxiyê yê hevserokê Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Cizîrê şehîd Nadiya El Yûsif. Nadiya El Yûsif di encama nexweşiyê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer axivî û bal kişand ser fedakariyên mezin ku xelkê herêmê li dijî terorê û ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyeyê pêşkêş kirine. Koçer got di oxira avakirina pergaleke demokratîk a azad û nenavendî ji bo tevahî gelê Sûriyeyê xwîna pêkhateyan têkelî hev bûye.

Dûre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Selma Xelîl axivî û soza xwe ya parastina destkeftiyên şehîdan û pêkanîna armancên wan ên avakirina civakeke demokratîk û azad nû kir.

Li aliyekî din jî hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed bal kişand ser rola jinan a pêşeng a di Şoreşa 19ˊê Tîrmehê de ku modela demokrasiyê û azadiyê li Sûriyeyê ava kir.

Hevserokê Meclisa Giştî ya PYDˊê Talet Yûnis jî got Sûriye di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, pêdiviya wê bi yekitiya pêkhateyan û xebata hevbeş ji bo bidawîkirian dagirkeriyê û avakirina dewleteke demokratîk a nenavendî heye.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyeyê Ciwan Siko li ser navê malbata şehîd spasiya pêkhate û Rêveberiya Xweser kir ku li hember şehîd bi erkên xwe yên nîştimanî rabûne û got ew ê li ser metoda şehîdan bimeşin û ruhê yekitiya niştîmanî xurt bikin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA