3 roj e şewatên li Hema û Laziqiyê didomin

3 roj e şewatên li daristanên di navbera Laziqiyê û Hemayê de dewam dikin. Ji ber rewşa hewayî û erdnîgariya dijwar hewldanên vemirandinê zehmet in.

3 roj e şewatên li Hema û Laziqiyê didomin
15 tebax, 2025   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Şewata li daristanên çiyayên di navbera Laziqiyê û Hemayê de 3 roj e berdewam dike. Ji ber erdnîgariya dijwar û tengbûna rêyan zehmetî di vemirandina agir de derdikevin.

Şewata ku ev 3 roj e berdewam dike, herêmên Eyn El Kirûm, Tahûnet El Helawa, Ebû Kilîfon ên gundewarên Hemayê, her wiha gundên Enab heya daristanên Şethayê dane ber xwe.

Li herêma Nebîn û Şecera yên gundewarên Laziqiyê jî şewitîn û metirsî li ser daristanên Kefreya û Broma yên Cebel El Ekrad jî hene.

Ji ber bayê dijwar, bilindbûna pileyên germahiyê, erdnîgariya dijwar û bermahiyên şer xwegihandina cihên şewatan zehmet e.

(bb)