Ji Meclisa Edaletê bang: Sûcên Tirkiyeyê û çeteyên wê bi dawî bikin

Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser banga bidawîkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê û pêkanîna edalet û aramiyê, kir.

Ji Meclisa Edaletê bang: Sûcên Tirkiyeyê û çeteyên wê bi dawî bikin
12 kanûn, 2024   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de sûcên hovane yên ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên herêmê bi taybetî li herêmên Şeba û kantona Minbicê, hatin şermezarkirin.

Di daxuniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku xwedî li erkên xwe yên qanûnî û exlaqî derkeve, zextê li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bike û wan pabendî peymanên Cinêvê yên 1949'an bike, her wiha sûcên wan ên li dijî sivîlan bi dawî bike û komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî bişîne herêmê da ku binpêkirinan bişopîne û hesabê ji sûcdaran bixwaze.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû aliyên navneteweyî hat kirin ku ji bo pêkanîna edalet, îstîqrar û ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xebateke cidî bidin meşandin.

(mh/fr)