Di êrişa pîrozbahiya Reqayê de 43 kes birîndar bûn

Di pîrozbahiya li bajarê Reqayê de ya ji bo hildana ala serxwebûnê, êrişkarekî gule avêt beşdaran. Di encamê de 43 kes birîndar bûn.

Di êrişa pîrozbahiya Reqayê de 43 kes birîndar bûn
12 kanûn, 2024   21:20
REQA

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Reqayê wergirtine, kesekî cilên reş li xwe kirine û serê xwe pêçayî gule avêtin nava girseya gel, di encamê de 43 welatî birîndar bûn.

Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê danê nîvor biryara hildana ala serxwebûnê li tevahî daîre û saziyan da.

Ji bo pîrozbahiya hildana alê, bi sedan şênî berê xwe da naverasta bajêr ku beşdarî pîrozbahiyê bin, lê çeteyekî gule avêtin welatiyan.

(fr)