Ji malbatên şehîdan ên Girê Spî re projeyên aborî

Rêveberiya Projeyên Civakî ya Girê Spî projeya xurtkirina aborî ya malbatên şehîdan ên li Kampa Koçberên Girê Spî da destpêkirin. Li aliyekî din jî 3 proje ku 60 malbat sûdê jê werdigirin, didomîne.

Ji malbatên şehîdan ên Girê Spî re projeyên aborî
Ji malbatên şehîdan ên Girê Spî re projeyên aborî
Ji malbatên şehîdan ên Girê Spî re projeyên aborî
30 mijdar 2023   06:41
EYN ÎSA

Ji bo pêkanîna projeyên çandiniyê li gorî rêbaza komînal ku rewşa debarê û aborî ya xelkê herêmê bê başkirin, bi taybet rewşa koçberan, Rêveberiya Projeyên Civakî ya Kantona Girê Spî yekemîn projeya ku malbatên şehîdan ên li Kampa Koçberên Girê Spî ya li nêzî gundê Til Semen sûdê jê wergirin, da destpêkirin.

Li gorî projeyê di 180 donimî de li nêzî kampê dê berhemên zivistanê werin çandin. Ji wê projeyê 14 malbatên şehîdan ên ku Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê hilbijartine, sûdê werdigirin.

Der barê rola Rêveberiya Projeyên Civakî de endamê rêveber Ebdulfetah El Erebî got armanca wan ji vê projeyê ew e ku koçber û malbatên şehîdan di aliyê aborî de bên xurtkirin.

Rêveberiya Projeyên Civakî hewl dide tevahî pêdiviyan pêşkêş bike; ji erdê bigire heta bi tov, semad, derman û avê. Par jî ji 65 malbatên koçber re proje hatibûn çêkirin.

Li aliyekî din jî Rêvebera Projeyên Civakî hewl dide 3 projeyên din li Hîşe, Ehmediyê û Samiriyê bi rûbera hezar û 140 donimî pêk bîne ku 60 malbatên din ên koçber ên xizan sûdê wergirin.

Rêveberiya Komeleyan a kantona Girê Spî di dawiya sala par de hate avakirin, da ku piştgiriyê bide projeyên kollektîf û çavdêriyê li ser piştgirî û xurktirina koçberan, malbatên şehîdan û beşên xizan ên civakê di aliyê aborî de bike.

(fr)

ANHA