Nimûneya jinên şoreşger: Şîlan Kobanê

Di biçûkaniya xwe de li dijî rejîma Sûriyeyê serî hilda û rêwîtiya azadiyê hilbijart û bû şoreşger, gerîla, fermandar, helbestvan û meşaleya rêça jinan.

Nimûneya jinên şoreşger: Şîlan Kobanê
30 mijdar, 2023   03:39
KOBANÊ
ZANA SEYDÎ

19 sal di ser şehadeta Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) a endama Komîteya Navendî ya PYD′ê û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl re derbas dibin. Ew di encama komployeke hikumeta Şamê û rejîma Tirk de di 29′ê Mijdara 2004′an de li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê hatibûn şehîdkirin.

RÊWÎTIYA ŞÎLANÊ

Meysa Baqî (Şîlan) di 1971′an de li gundê Korelî yê Kobanê hate dinê. Di nava urf û adatên eşîrtiyê de mezin bû. Malbata wê ji dê û bav, 5 keç û 4 xortan pêk tê. Tevî malbata xwe di salên 1970′yî de ji bo debarê neçar man berê xwe bidin Helebê.

Şîlan di 9 saliya xwe anku di 1980′yî de tevgera azadiya Kurdistanê nas kir û bi Rêber Abdullah Ocalan û fikra wî ve hate girêdan û hêvî kir ku bibe têkoşereke layiqî fikrên Rêber Abdullah Ocalan.

Cara yekemîn Şîlan ji hêla rejîma Sûriyeyê ve hatiye girtin 12 salî bû, ji ber ku tev li çalakiyên partiyê bûbû. Piştî qonaxa navîn a dibistanê bi dawî kir û bû 14 salî, xwest tev li refên PKK′ê bibe û serdana kampên li Lubnanê re tevgerê ji nêz ve nas bike, lê ew yek pêk nehat. Ji ber ku li ser sînorê Sûriye-Lubnanê hate girtin û nêzî 2 mehan girtî ma.

Şîlan bi kesayeta serhildêr, hezkirina şopandin û xwendinê hate naskirin. Bavê wê ji biçûkaniyê de nehişt bixwîne. Lê wê israr kir ku bêyî bavê wê bizane, bixwîne. Lê ji ber ku di dibistana xwe de serkeftî bû, bavê wê jî neçar ma qebûl bike û Şîlanê xwendina xwe dewam kir.

Ji ber ku keçeke Kurd e û bi zimanê erebî baş nizane û dûrî çanda wê ya resen e, Şîlanê di dibistana seretayî de astengiyên mezin kişandin. Lê wê israr kir ku bixwîne û serkeftî be.

Cara yekemîn Şîlanê li dijî dibistana xwe îsyan kir, ji ber ku rêveberiya dibistanê ew û hevrêyên wê nehiştin beşdarî şahiyên Newrozê bibin. Wê û hevalên xwe bi navê ′neçûna dibistanê′ berxwedaneke nû li dar xist û ji ber helwestên wê yên siyasî hate girtin.

Hin urf û adatên civakî yên li ser jinên Kurd û qanûnên feodal hin pirsnîşan li gel Şîlanê di dema biçûkaniyê de çêkirin, wan jî hişt parastina jinên Kurd li dijî wan adatan bike.

ŞÎLAN Û TEVGERA RIZGARIYA KURDISTANÊ

Di 1981′ê de Şîlan Kobanê bi rêya kadroyên li Rojava û bajarên Sûriyeyê yên din, tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir. Kadroyên PKK′ê gelek caran serdana mala Şîlanê kir û di xurtkirina zimanê kurdî de alîkariya Şîlanê kir. Bi wê re Şîlanê li Helebê mamostetiya zimanê kurdî kir û wê demê cara yekemîn bi nepenî xwendekar fêrî zimanê kurdî dikirin.

Şîlanê nas kir ku ew li tevgera rizgariyê digere û tev li çalakiyên civakî, jin û komên hunerî yên li Helebê bû. Li Efrîn û Helebê xebatên şoreşgerî di nava xwendekarên Kurd de dikirin û tevî kadroyên partiyê tev li perwerdeyên îdeolojîk bû.

Şîlan Kobanê gelek caran serdana kampên PKK′ê yên li Sehil El Bîqa yê Lubnanê kir û perwerde dît. Her wiha wek endama koma rêxistinî beşdarî radyoya ′Dengê Gerîla′ bû.

Di Tebaxa 1988′an de Şîlan li Helebê tev li têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê bû û tevî 4 hevrêyên xwe berê xwe da Lubnanê û li ser sînorê Sûriye-Lubnanê ji hêla hêzên Lubnanê ve hate girtin û 2 mehan di girtîgeha jinan de ma. Di girtîgehê de pir tiştên li ser xwezaya civakî nizanî, nas kirin.

Şîlan tev li Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê bû û li wir perwerdeyên leşkerî û siyasî dîtin û di destpêka rêwîstiya xwe de navê ′Saadat′ li xwe kir û piştre navê ′Şîlan′.

Şîlan salekê li kampên tevgerê yên li Lubanê ji Rêber Abdullah Ocalan ve nêz bû, ruxmî biçûk bû, lê israr kir ku tev li şerê çekdarî yê li çiyayên Kurdistanê be. Rêber Abdullah Ocalan jî ji ber ku biçûk bû, qebûl nekir. Piştre vegerî, li Heleb û Efrînê heta 1991′ê di nava çalakiyên gel de xebitî.

ŞÎLAN LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

Bi destpêkana salên 1990′ re Şîlan gihaşt çiyayên Kurdistanê û xwest îsbat bike ku jin dikare şerê têkoşîna çekdarî pêk bîne û roleke pêşeng di wê yekê de bilîze. Bi wê ruhî dest bi qonaxeke nû ji têkoşînê li çiyayên Kurdistanê kir û heta 15 salan li çiyê ma.

Bi damezrandina partiya jin re bi awayekî fermî di Kongreya 2′yemîn de ku di Adara 1999′an hate damezrandin û navê PJKK′ê li xwe kir, Şîlanê cihê xwe di rêveberiya partiyê de girt.

Bi armanca vekirina jinana Kurd û Rojhilata Navîn li tevahî jinên cîhanê re û bi sedema daxmaya sosyalîst û neteweyî ya tevgera azadiya jinê, partî di navbera 1999 û 2000′î de bi navê PJA hate birêxistinkirin. Vê carê jî Şîlanê cihê xwe di rêveberiya partiyê girt û ji ber çalakiyên xwe yên partî û rêxistinî di nava hevalên xwe de bû endameke bandorker di partiyê de.

Bi lidarxistina kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 2003′yan de li herêma Şehd Haron re, Şîlan wek endama Komîteya Navendî ya PYD′ê hate hilbijartin.

Dûre di 2004′an de Şîlanê berê xwe da Rojava û li ser daxwaza tevgerê beşdarî tevahî çalakiyên rêxistinî bû. Li tevahî herêmên Rojava, Sûriye, Heleb û Şamê ma û gavên pratîk di asta rêxistinî de di nava gel de avêtin û baweriya gel wergirt. Lê piştî demeke kurt agahî gihaştin îstîxbarata Sûriyeyê ku ew li Rojava ye û xistin bin kontrola xwe, da ku bi awayekî serbest tev negere û tevgera wê li herêmê asteng bikin.

Dûre Şîlanê li gorî biryara tevgerê berê xwe da bajarê Mûsilê yê Iraqê ku çalakiyên PYD′ê li wir bi rêxistin bike.

Saziyên îstîxbaratî yên Sûriyeyê komployek li dijî wê pêk anî, ajanên xwe li Iraqê xistin dewrê û di 29′ê Mijdara 2004′an de dema erka xwe li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê pêk dianî,  sûîqest lê hate kirin. Şîlan, Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl li Mûsilê bi destê îxanet û xedrê hatin şehîdxistin.

Cenazeyê wê û yên 4 hevrêyên wê li Goristana Şehîd Harûn a li çiyayên Qendîlê hatin veşartin.

Ji bo bîranîna salvegera şehîd Şîlan û hevrêyên wê, salane li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.

(fr)

ANHA