`Biharîn nemir e`

Biharîn, dema keçikeke biçûk bû xerciqê xwe diyarî tevgera tizgariya Kurdistanê kir û di tevgerê de jî bû fermandar, li çiyayên Kurdistanê tê koşiya ta ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
`Biharîn nemir e`
30 mijdar, 2023   05:44
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

 Fermandarên YJA-Starê Biharîn Dêrsim zêdetirî 20 salan di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de tê koşiye. Tevî fermandar Mizgîn Boran li herêma Gerzan di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de 23`yê Mijdara 2021`an şehîd bû. 

YJA-Starê bi daxuyaniyekê nasnameya her du fermandaran aşkera kiribû û diyar kiribû: “Şehadeta wan di oxira pêkanîna azadiyê de, fedakariyeke mezin e.”

Biharîn Dêrsim (Leyla Şêxo) ji gundê Heyamo yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. Sala 1983`yan li Helebê ji dayik bûye. 6 xwişk in; Leyla, Nisrîn, Meqbûle, Ronahî, Zîlan û Biharîn û 3 birayên wê hene; Reşîd, Mistefa û Diyar.

Biharîn li taxa Eşrefiye asta sereteyî xwendiye. Ji biçûkaniya xwe ve bi zîrekî û giyanê xwe yê lêgerîner dihat naskirin. Piraniya demên xwe ji bo perwerdeyê û xwendina pirtûkan diyar kiribûn. Ji ber wê di dibistanê de serkeftî bû.

Malbata fermandar Biharîn bi tevgera rizgariya Kurdistanê tê naskirin, deriyê wê ji bo kadroyên tevgerê her tim vekirî ye. Li mala wê, civîn û dewreyên perwerdeyê yên zimanê kurdî dihatin lidarxistin. Biharîn jî tev li van civînan dibû û bi baldarî lê guhdar dikir. Ji ber wê, fikrên perwerdeyê bandor lê kir û ji nêz ve kadroyên tevgerê nas kirin. Di merasîm û dibistanan de helbestên nîştimanî digotin.

Hezkirina Biharînê ji tevgerê re her ku diçû zêde dibû ta ku asta navîn xilas kir. Bi revandina Rêber Abdullah Ocalan re sala 1999`an, dev ji xwendinê berdide û sala 2000`î tev li tevgerê dibe.

Dayîka fermandar Biharîn Heyat Mistefa Şêxo ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne, çi qas fikrên tevgerê bandor li Biharîn kiriye, bi van gotinan şîrove kir: “Xerciqê xwe diyarî tevgerî dikir. Biharînê digot heke di destê hevalan de li çiya çek nemîne ew ê şehîd bibin.”

Heyatê wiha domand: “Pê dihesî ew berpirsê tiştê bi serê hevalan li çiyayên Kurdistanê dihat, ji ber wê bi gavên biçûk jî, hêvî dikir ku bikare rê li pêşiya şehadeta hevalan bigire.”

Heyat der barê tevlêbûna Biharînê de got: “Di pêvajoya dawîn a lêgerînê de, Biharîn tevî 7 hevalên xwe; Rebîne, Hiyan, Narîn û hinên din ku navê wan nayê bîra min, di merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Akîf (Celal) de ku cîranê me yê taxê bû, di heman sala revandina Rêber Abdullah ocalan de, tev li tevgerê bû. Ez li pêşiya wê nesekinîm, ji ber ku rêya rast hilbijart.”

Birayê wê Reşîd Ehmed Şêxo jî ku jê biçûktir e, wisa behsa xwişka xwe Biharînê kir: “Ne tenê bi temen ji me mezintir bû, lê bi aqil jî, bi me re mijûl dibû, alîkariya me dikir ji bo ku em di rêya rast de bin. Hin caran me şer dikir, ji ber ku biçûk bû, lê berî min, dihat ez razî dikirim.”

Reşîd da zanîn ku Biharîn, ew îqna dikirin ku xerciqê xwe kom bikin û diyarî tevgerê bikin.

Xwişka fermandar Biharîn a biçûk Nisrîn jî got: “Me bi hev re rojên xweş derbas kirin mîna ku em cêwî bin. Biharîn her çi qas kar zehmet bûya, berî her kesî dikir. Ji ber ku ji min hez dikir û dilovan bû, karê min li şûna min dikir. Hîna tê bîra min dema carekê em ji dibistanê vedigeriyan, ez pir westiyabûm, ez li piştî xwe dam. Qet ev bîranîn ji bîra min naçe. Heçku niha di wê kêliyê de dijîm. Dilovanî û nazikiya wê mîna deryayê ye bê sînor bû.”

Mîna ku xwişk û birayên wê wesifandine, ji ber ku rûken bû, di bîra malbata xwe de zindî ye. Dayika wê, piştî tevlêbûna Biharînê bi 3 salan, navê wê li keçeke xwe kir.

Nisrîn jî piştrast kir ku piştî tevlêbûna Biharînê bi 3 salan, xwişkeke wan a biçûk çêbûye û navê Biharînê lê kirine û got: “Em wisa dixwazin bêjin ku Biharîn nemir e.”

Dawiyê dayika şehîd Biharîn Dêrsim Heyat hêvî kir ku serdana gora keça xwe bike û got: “Min nekarî dengê wê bibihîzim an jî wê bibînin, qene ez gora wê bibînin û hembêz bikim. Belkî hesrata di dilê xwe de vemirînim û cara dawî beriya mirinekê, bêhna keça xwe bîn bikim.”

(şx)

ANHA