Ji malbatên 4 şehîdan re sersaxî hat xwestin

Sersaxî ji malbata her çar şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hat xwestin. Birayê şehîdekî got “Şehadet ji me re cihê serbilindahiyê ye.”

4 sibat, 2024   12:35
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulselam El Ehmed, Mihemed El Seyîd, Rebah El Ehmed û Yamin Şedad ên ku 2`ê Sibatê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. 

Konê sersaxiyê li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hatiye vedan. Li kon wêneyên her çar şehîdan hatin daliqandin. Şênî, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û saziyên civaka sivîl serdana konê sersaxiyê kirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma El Casim axivî û got, bila malbatên şehîdan ji ber şehadeta zarokên xwe serbilind be. Fatma El Casim bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dom kir: “Em ê bi yekdestî bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe rê nedin Erdogan û hevakrên wê ku sûcên xwe li dijî me pêk bîne, em azad çêbûne û em ê azad biçin.”

Birayê Şehîd Mihemed El Seyîd Cûdî El Seyîd jî axivî û da zanîn ku ew ê ji bo gelê xwe yê bi rûmet her li ser xebatê be û got: “Şehadeta Mihemed ji me re cihê serbilindahiyê ye.”

Ji Farmandarê Meclisa Leşkerî ya bajarê Qamişlo Nezîr Sofî axivî û destnîşan kir ku ew li Kurdistanê bi giştî li gorî fadekariya şehîdên xwe tevbigerin. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li pêşiya çavê hemû hêzên li Sûriyeyê êrişan pêk tîne û bi navê gelan bang dike, lê gelan bi van sloganan dixapîne.

Piştî axaftinan merasîmê sersaxiyê bi slogana “Bi can û bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” bi dawî bû.

(sb)

ANHA