Rûspî û serokeşîrên herêmê: Em ê ji bo aştî û parastina destkeftiyan bibin yek

Meclisa Rûspiyan û Meclisa Rêveberî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê civîneke berfireh li dar xist tê de teqezî bi yekrêziya hundirîn û parastina destkeftiyên herêmê hat dayîn.

Rûspî û serokeşîrên herêmê: Em ê ji bo aştî û parastina destkeftiyan bibin yek
Rûspî û serokeşîrên herêmê: Em ê ji bo aştî û parastina destkeftiyan bibin yek
Rûspî û serokeşîrên herêmê: Em ê ji bo aştî û parastina destkeftiyan bibin yek
Rûspî û serokeşîrên herêmê: Em ê ji bo aştî û parastina destkeftiyan bibin yek
Rûspî û serokeşîrên herêmê: Em ê ji bo aştî û parastina destkeftiyan bibin yek
Rûspî û serokeşîrên herêmê: Em ê ji bo aştî û parastina destkeftiyan bibin yek
Rûspî û serokeşîrên herêmê: Em ê ji bo aştî û parastina destkeftiyan bibin yek
Rûspî û serokeşîrên herêmê: Em ê ji bo aştî û parastina destkeftiyan bibin yek
29 mijdar 2023   18:40
TEBQA

Bi dirûşma "Xurtkirina eniya hundirîn ji bo pêkanîna armancên neteweya demokratîk û parastina destkeftiyan" civînek berfireh li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi beşdariya bi dehan rûspî û serokeşîrên herêmê û nûnerên Rêveberiya Sivîk a Demokratîk û tevgerên jinan hat lidarxistin.

Di civînê de projeya mîsaqa eşîrî ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Mazlûm Omer û şêwirmendê rêveberiyê Mazlûm Mustefa û serokeşîrê eşîra Walde Hamid El Ferec û serokeşîrê eşîra Boxemîs Hisên El Raşid ve hat nîqaşkirin.

Di serî de Mazlûm Mustefa der barê pirsgirêkên mirovî û civakî li Sûriyeyê bi taybetî şerê taybet ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk bi rêya fîtne û belavkirina hişbirê, axivî û got: "Bi ked û zanabûna serokeşîr û rûspiyan me hemû planên li dijî herêmê têk birin."

Piştre reşpelika ku rûspî û serokeşîran daniya ji aliyê endamê Meclisa Zagonsaz Hesen El Xumerî ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê hat xwendin.

Ji bendên herî girîng ên di mîsaqa eşîrî de:

Radestkirina kujeran ji bo dadgeriyê û girîngiya şopandina sûcdaran û cezakirina wan bi awayekî hişk.

Piştre beşdaran bendên di civînê de nîqaş kirin û erê kirin.

Di dawiya civînê de teqezî bi hevgirtina li hember pirsgirêkên heyî û têkbirina wan bi hemû awayên erênî ji bo pêşxistina civakê û xurtkirina eniya hundirîn di navbera eşîrên herêmê de û damezirandina komîteya çareserkirina nakokiyan û parastina destkeftiyan, hat dayîn.

Tê payîn ku civîn li Tebqa û gundewarê wê bên lidarxistin da ku projeya mîsaqa eşîrî ya di ku vê civînê de hatiye danîn.

(mh)

 ANHA