Kongreya 5’an Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr tê lidarxistin

Kongreya 5’ana Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr li Qamişlo tê lidarxistin.

Kongreya 5’an Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr tê lidarxistin
Kongreya 5’an Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr tê lidarxistin
Kongreya 5’an Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr tê lidarxistin
Kongreya 5’an Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr tê lidarxistin
Kongreya 5’an Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr tê lidarxistin
Kongreya 5’an Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr tê lidarxistin
Kongreya 5’an Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr tê lidarxistin
Kongreya 5’an Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr tê lidarxistin
4 cotmeh, 2024   15:19
QAMIŞLO

Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr a Sûriyeyê bi dirûşma "Bi rih û xwîna şehîdan azadî û rûmeta welatan ava dibin" kongreya xwe ya 5’an li Xwaringeha Zohrîban a li bajarê Qamişloyê li dar têxine. 

Tevî malbatên şehîdên Suryan û Asûr, endamên saziyên sivîl, hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd, Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan, Gazî û Dîlgirtiyên Şer a Rêveberiya Xweser Rêzan Gulo, nûnerên deste û meclisên malbatên şehîdan ên kantona Cizîrê, nûnerên MSD’ê beşdarî kongreyê bûne.

Piştî deqeya rêzgirtin Koma Mûzîkî ya Keşfaf berhemek pêşkêş kir. Piştre Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr Yaqûb Dawud axivî. Yaqûb bal kişand ser hevgirtina pêkhateyan herêmê û got: "Tevî aloziyên herêmî û cîhanê, tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, pêkhateyên herêmî berxwedaneke mezin nîşan didin."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mahsûm Hesen anî ziman heya pêkanîna azadî û rûmetê wê ala şehîdan li ba be û got: "Bi rih û baweriya me ya bi rêgezên jiyana hevbeş, bi baweriya ku şaristanî bi pirengiya çandî û zimanî ava dibin, bi hevgirtina ciwanên hemû pêkhateyan me modeleke bêhempa ava kir ku dikare welat bi rêve bibe."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd jî ev peyam da "Di hizûra şehîdên Suryan û Asûr û malbatên wan û tevahî şehîdên azadiyê de em teqez dikin ku meşa avakirina civakeke azad û demokratîk û avakirina Sûriyeke yekbûyî dewam dike. Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên xwe wê di eniyên parastinê bikin, dê heya rizgarkirina hermên dagirkirî û pêkanîna hêviyên pêkhateyên herêmê armanc û mîrasa şehîdan biparêzin."

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser têkoşîna gelê Suryan û Asur û beşdariya wan di avakirina Rêveberiya Xweser de hat pêşandan.

Li gorî komîteyê amadekar wê kongreyê bi hilbijartina hevserokên nû yên saziyê bi dawî bib.

(bb)

ANHA