Ji komxebata ‘Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman’ pêşniyarên ekolojîk

Komxebata “Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman” bi pêşniyar û nêrînên têkildarî zêdekirina têgihiştina paqijiya çeman û bajaran, geşkirina warên çandiniyê û zêdetirina rûberên herêmên keskatiyê bi dawî bû.  

2 gulan 2024   14:55
QAMIŞLO

Komxebata “Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman” ku li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo ji aliyê Platforma Jin a Ekolojiyê û Beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava ve hat birêvebirin, bi nîqaşên têkildarî mijarên, “Bi şahidiya jinan serpêhatiya çemên Rojava”, “Bandora pirsgirêkên ava vexwarinê li ser civakê” û “Bandora rêbazên çandiniyê li ser avê” bi dawî bû.

`BI ŞAHIDIYA JINAN SERPÊHATIYA ÇEMÊN ROJAVA`

Bi sernavê “Bi Şahidiya Jinan Serpêhatiya Çemên Rojava” jinên ku beşdarî komxebatê bûn şahidiya xwe anîn ziman. Jinan bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên li ser xwezaya Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û qirkirina xwezaya Efrînê wekî mînak dan. Jin da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev 5 sale ava diçe bajarê Hesekê jî qut kiriye, lewma jin bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin, rojane ji bo peydakirina ava vexwarinê bi saetan li kolanan digerin û êşê dikişînin. 

‘BANDORA PIRSGIRÊKÊN AVA VEXWARINÊ LI SER CIVAKÊ’

Di rûniştina bi navê, “Bandora pirsgirêkên ava vexwarinê li ser civakê” de Hevseroka Daîreya Avê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Silo bal kişand ser pirsgirêkên avê. Bêrîvan Silo da zanîn ku beriya derketina aloziya Sûriyeyê jêderên avê gelek bûn û ji sedî 98’ê xelkê herêmê ava vexwarinê ji van deran digirt, lê piştî aloziyê ava vexwarinê ji sedî 40 kêm bûye. Bêrîvan diyar kir ku ji ber kêmbûna ava Firatê herêmê bi xeteriyekê re rû bi rû maye û got: “Ava bin erd jî ji ber hişkesaliyê kêm dibe. Li Kantona Cizîrê 500 bîrên avê hene. Mînak li bajarê Qamişlo ji ber zêdebûna hejmara şêniyan astengî derdikevin. Gelek xebatên me hene da ku em avê ji bo xelkê Hesekê jî bikişînin.”

‘BANDORA RÊBAZÊN ÇANDINIYÊ LI SER AVÊ’

Semînera bi nave, “Bandora rêbazên çandiniyê li ser avê” jî, ji aliyê Cîgira Hevserokatiya Desteya Çandiniyê ya Kantona Cizîrê Xelat Şêxmûs ve hat dayîn. Xelat, zeviyên çandiniyê ji Qamişlo heta Amûdê bi bîrên avê tên avdan û wiha dom kir: “Li Kantona Cizîrê 7 bendav hene, lê nîviya wan ji çandiniyê re nabin, lewma divê rêyên avadaniyê zêde bin. Em jî li ser rêbazên nû mijûl dibin.”

PÊŞINYARÊN BEŞDARAN

Di dawiya komxebata “Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman” pêşinyar hatin kirin. Beşdaran gotin divê ji bo paqijkirina ava çemê Ceqceq û parastina çemên din ên li herêmê gel bê hişyarkirin û têgihiştina civakî ya di warê paqijiya bajaran de bê zêdekirin. Her wiha pêşniyar hatin kirin ku cihên çandinî û keskahiyê bên zêdekirin.

(ekip/a)

ANHA