Serdana Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji partiyên siyasî re dewam dike

Partiyên Ereb, Kurd û Suryan di pêşniyarên xwe de li ser pêwîstiya gihandina hemû hêzên Ereb û biyanî û rêxistinên mafên mirovan, bi peyameke yekgirtî ku rastiya Emraliyê vedibêje û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dike, li hev kirin.

Serdana Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji partiyên siyasî re dewam dike
Serdana Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji partiyên siyasî re dewam dike
Serdana Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji partiyên siyasî re dewam dike
Serdana Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji partiyên siyasî re dewam dike
18 gulan 2024   16:56
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava ˊJi Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasîˊ de ku di 10ˊê Cotmehê de hatiye destpêkirin, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe bi partî û blokên siyasî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja sêyemîn de dewam dikin.

Şande însiyatîfê ji berdevkê însiyatîfê Ferzende Munzur, endamên însiyatîfê Fûwad Colî û Nuha Omer pêk hat. Şandeyê serdana Partiya Sûriya Pêşerojê, Desteya Tensîq El Wetanî-Tevgera Guhartina Demokratîk, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê û Partiya Yekitiya Suryanî kir.

Di hevdîtina yekemîn de endamên însiyatîfê Partiya Sûriya Pêşerojê re li Qamişloyê hevdîtin kir. Hevdîtin bi hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojkê ya Qamişlo Welîde Îsmaîl, berdeva Meclisa Jinan a Partiyê Welîde Hesen û endama partiyê Meram El Elî re pêk hat.

Di destpêka hevdîtinê de berdevê însiyatîfê Ferzende Munzur li ser armanca serdanê axivî. Munzur bal kişand ser girîngiya pêngava cîhanê û firehbûna wê li cîhanê û got: "Divê tevahî partiyên siyasî beşdarî vê pêngavê bin. Ji ber ku azadiya Rêbertî dê bi xwe re aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn bîne û bandoreke erênî li cîhanê bike."

Li aliyekî din jî berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Welîde Hesen axivî û got helwesta partiyê aşkera ye ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar dike û piştgiriyê dide hemû însiyatîfên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

ˊDOZA OCALAN DOZA GELÊN BINDEST Eˊ

Şandeya însiyatîfê serdana Nivîsgeha Desteya Tensîq El Wetanî-Tevgera Guhartina Demokratîk kir û bi serokê nivîsgeha desteyê Derar Ferhan Ebdurehman, endamên nivîsgehê yên siyasî Elî El Seed û Xelef Dawûd re civîya.

Piştî însiyatîfê armancên serdanê şîrove kirin, Elî El Seed bal kişand ser girîngiya zêdekirina kedê û tevgerê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Li kêlek wê jî şandeyê serdana Nivîsgeha Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê kir û bi seroka şepêl Narîn Metînî û nûnerê şepêlê yê li Başûrê Kurdistanê Aras Mehmûd re civiya.

Narîn Metînî destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew amade hemû hêza xwe bidin û bi tevahî aliyan re têkiliyê datînin û balê dikişînin ser rewşa li Îmraliyê.

Di roja sêyemîn a serdana şandeyê de Partiya Yekitiya Suryan hat serdankirin. Şandeyê hevdîtin bi serokê partiyê Senherîb Bersûm re civiya.

Di hevdîtinê de Bersûm diyar kir ku pêdiviya cîhanê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye.

Çaverê ye serdanên şandeyên însiyatîfê heta xwe bigihînin tevahî partî û blokên siyasî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin.

(fr)

ANHA