Dagirkeran êrişa xwe li ser Şehbayê fireh kirine

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî gundê Dêr Qaq, gundê Meyase yê Şehbayê dane ber topan.

Dagirkeran êrişa xwe li ser Şehbayê fireh kirine
2 gulan, 2024   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser bajarê Şehbayê berfireh kirine. 

Artêşa dagirker û çeteyên wê gundê Meyase yê bajarokê Şêrawayê ya kantona Efrîn-Şehbayê  topbaran dikin.

Êrişa li ser gundê Dêr Qaq ê bajarê Şehbayê ku di destên sibehê de dest pê kiribû, dewam dike.

(bb)

ANHA