Ji bo parastina çandiniyê cotkar û komîte seferber bûne

Cotkar û komîteyên rewşên awarte ji bo parastina qadên çandiniyê ji şewatan, serfer bûne û tedbîrên xwe zêde dikin.

18 gulan 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cotkar ceh û biharat beriya genim diçinin. 

Bi berdewamkirina çinînê re cotkar û komîteyên têkildar, tedbîrên pêwîst ji bo parastina zeviyan ji şewatan digirin.

Sala 2019`an di mewsima çinînê de, şewatê qadeke berfireh a çandiniyê dabû ber xwe. Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê, di sala 2019’an de, zêdetirî 34 hezar û 550 donim şewitîbû. Di xebatên vemirandina şewatan de, 14 kes (sivîl, şervan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û karmendên agirkujiyê) şehîd bûbûn.

Ji bo ku bûyerên şewatê careke din rû nedin, tîmên agirkujiyê gelek tedbîr girtine, şênî bi koordîneya komînan re derketine dewriyeyan. Li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîteyên rewşên awarte hatin avakirin.

Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, endamên tîmên agirkujiyê belavok li şêniyan û cotkaran belav kirin. Di belavokan de ji bo ku şewat çênebin û heke çêbin jî divê çawa bikin, tê ravekirin û her wiha numareyên erebeyên agirkujiyê yên li bajar hatine nivisîn.

Li kantona Dêrazorê jî tîmên agirkujiyê xwe ji tevahî aliyan ve hazir kir û li zeviyên çandiniyê hatin belavkirin. Dilxwazên tev li vê xebatê bûne, têkildarî temirandina şewatan perwerde dîtin.

Komîteya Xebatan a Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan a Kantona Dêrazorê, gelek sahrîcên avê ji tîmên agirkujiyê re pêşkêş kirin. Yekitiya Cotkaran jî traktor dan navendên agirkujiyê.

Berpirsê Beşa Parastina Sivîl a Dêrazorê Ehmed El Mislet têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "19 erebeyên agirkujiyê li Foca Agirkujiyê heye. Bi her erebeyeke agirkujiyê re, erebeyek ji bo endamên tîmê hatine veqetandin. Li bajarokan 18 nuqteyên agirkujiyê hene."

Li gorî El Mislet, li deverên Sûse, Kişkiye, Şefa, Hecîn, Ebû Hemam, Siwêdan, Zîban, Şihêl, Basîra, Sewr, Cedîd navendên agirkujê hene  û 2 nuqt navend li Herêma 7 Kîlo ne.

Her wiha El Mislet bang li şêniyên kantonê kir ku zeviyên xwe biparêzin û da zanîn ku li cem navendên agirkujiyê numare hene û di rewşên awarte de dikarin xwe bigihînin wan.

(şx)

ANHA

dêre zor

çil axa