Li kantona Dêrazorê 18 lijneyên hilbijartinê

Li bajar û bajarokên kantona Dêrazorê 18 lijneyên hilbijartinan hatin avakirin.

Li kantona Dêrazorê 18 lijneyên hilbijartinê
17 gulan, 2024   05:05
REQA

Meclisa Gelan a Kantona Dêrazorê 28’ê Nîsanê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Kantonê avakiribû. Komîseriyê di çarçoveya xebatê xwe de li bajar û bajarokê Dêrazorê 18 lijneyê hilbijartinê ava kirin.

Kesên ku dixwazin bibin namzetên hevserokatiya şaredariyan an jî endamtiya meclisên şaredariyan, her wiha welatî wê karibin derdarê karên hilbijartinê de serî li van navendan bidin:

Cezra: Şaredariya Ceza

Kisra: Şaredariya Kisra

Siwer: Şaredariya Siwer

Bisêra: Şaredariya Bisêra

Hecîn: Şaredariya Hecîn

Kuber: Şaredariya Kuber

Mihêmîda: Şaredariya Mihêmîda

Hîsan: Şaredariya Hîsan

Cedîdet Igêdat: Meclisa Cedîdet Igêdat

Şihêl: Meclisa Xwecih a bajarokê Şihêl

Teyana: Meclisa Xwecih a Teyana

Zîban: Meclisa Xwecih a Zîbanê

Ebû Hemam: Meclisa Xwecih a Ebû Hemam

Kişkiye: Meclisa Xwecih a Kişkiye

Qeranîc: Meclisa Xwecih a Qeranîc

Sûse: Meclisa Xwecih a Sûse

Şefa: Meclisa Xwecih a Şefa

Baxoz: Meclisa Xwecih a Baxozê.

(bb)