Konferansa Rêbertî û Ciwanan bi dawî bû

Konferansa Rêbertî û Ciwanan a li Reqayê li dar ketiye, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Konferansa Rêbertî û Ciwanan bi dawî bû
Konferansa Rêbertî û Ciwanan bi dawî bû
Konferansa Rêbertî û Ciwanan bi dawî bû
Konferansa Rêbertî û Ciwanan bi dawî bû
Konferansa Rêbertî û Ciwanan bi dawî bû
Konferansa Rêbertî û Ciwanan bi dawî bû
Konferansa Rêbertî û Ciwanan bi dawî bû
Konferansa Rêbertî û Ciwanan bi dawî bû
Konferansa Rêbertî û Ciwanan bi dawî bû
Konferansa Rêbertî û Ciwanan bi dawî bû
18 gulan, 2024   17:50
REQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li herêmên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrzorê bi diruşma ˊBi rihê ciwanan komplo têk bibin û cenga azadiyê ser bixinˊ Konfernasa Rêbertî û Ciwanan li dar xist. Konferans li hola navendê çandê ya li aliyê başûrê Reqayê hat organîzekirin.

Di konferansê de bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Meclisa Jınan a Sûriyeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.

Di konferansê de şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa Mezlûm Yûsif axivî û bal kişand ser pêwîstiya têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Yûsif wiha got: "Tu kes nikare rola ciwan û berxwedana wan di pêkanîna destkeftiyên şoreşan de înkar bike. Ciwan xwe dispêrin fikrên Rêber Abdullah Ocalan."

Yûsif wiha domand: "Ciwanan felsefe û rêya rast hilbijart û soza da ku li gorî armancên gel tev bigerin. Serxistina projeya Rêveberiya Xweser da ser milê xwe. Ciwana hewl didin vê projeyê li tevahî Sûriyeyê belav bikin."

Dûre berdevkê giştî yê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li herêmên rizgarkirî Ehmed El Cimêlî perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan xwendin. Piştre li ser pêvajoyên komployê sînevîzyonek hat pêşkêşkirin. Her wiha beşdaran li ser naveroka konferansê axivî.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ezab El Cirêcib bal kişand ser pêwîstiya rêxistinkirin û piştgiriya ji gerîlayan re.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê ya Dêrazorê Mihemednûr El Elî axivî û got: "Divê armanca me ya bingehîn belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nava tevahî gelan de be. Her wiha em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezin bikin."

Konferans bi gelek encamnameyan bi dawî bû. Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Dêrazorê Mihemednûr El Elî encamname xwendin û wiha ye:

Têkoşîna me li gel pêngava azadiya Rêbertî nasekine û dê ev pêngav bibe navenda tevahî xebatên me.

Em ê rola xwe ya pêşeng di belavkirina fikrên Rêbertî de bilîzin.

Semîner, panel, atolye werin lidarxistin û sînevîzyonên li ser armancên dewletên kapîtalîst û armanca wan ji komployê were pêşkêşkirin.

Dewreyên taybet ji ciwanan re ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêbertî werin vekirin.

Li dijî tevahî şêweyên dagirkeriyê were sekinandin û li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn were kirin.

Li pêş tevahî alavên modernîteya kapîtalîstê were sekinandin.

(fr)

ANHA