Ji kevneşopên dapîran; penêr, sîrik û lorik

Li gel guherînên şêwazên jiyanê jî, lê hîna şêniyên herêma Aliyan a Girkê Legê û Çilaxayê bi rêbazên berê çêkirina penêr, sîrik û lorikê didomînin.

29 nîsan, 2026   05:20
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Çêkirina penêr, sîrik û lorikê li herêma Aliyan a ji gundewarên Girkê Legê heta bi Çilaxayê ya herêma Cizîrê dirêj dibe, ji berhemên kevn e ku şêniyên herêmê parastina wê dikin. Ew beşeke çanda xwarina gel e û li ser sifreyê cihekî sereke digire, bi taybet zivistanan.

Bi destpêka mewsima çêrê anku di biharê de nemaze di Nîsanê de, pez gelekî şîr dide. Xelkê herêmê û deverên Koçerat ên Dêrikê berhemên xwe çêdikin.

Pêvajoya çêkirina penêr hewcedarî ked û demek dirêj e. Ew bi berhevkirina şîrê teze û kelandinê dest pê dike. Dûre haveyn dixin nava şîr da ku şîr were meyandin. Piştî wê, baldariyekê divê ku penêr baş were xemirandin. Dûre şîrê baş hatiye meyandin dixin tûrikên qumaş ên spî, tê parzûnkirin û şevekê tê hiştin da ku şileya zêde jê derkeve.

Li herêmê gelek cureyên penêr hene, wekî penêr teze û penêrê bi sîrê bejî yan jî yê şîn û penêrê kezîk anku hûnandî û penêrê bi reşreşkan hatiye çêkirin jî hene. Penêrê spî yê ziwa jî ji bo hilanînê heye, xwê lê zêde dikin û dikelînin da ku sert be û demeke dirêj were hilanîn. Ev penêr di zivistanê de û heta destpêka mewsima çêrê tê bikaranîn.

Ev pîşe kevneşopeke çandî ya têkiliyên kûr di navbera mirovî û xwezayê de nîşan dide. Jin vê berhemê diparêzin, bi taybet dapîr û dayik vediguhêzin nifşên din.

Girêdayî mijarê, Ruweyda Hemdo ya ji gundê Xirbê Cihûya yê herêma Aliyan bi salan e vê pîşeyê dike. Pezê xwe didoşe, piştre şîrê xwe dikelîne û haveyn dike. Ruweydayê got çêkirina penêr ji pîşeyên herî girîng ên kevneşopên herêmê ye. Ruweyda destnîşan kir ku penêr ji ser sifreya taştê kêm nabe û wiha li gotina xwe zêde kir: "Ji 60 salî ve ye em ji bo pêdiviyên malê penêr çêdikin û dema zêde dibe em didin xizmên xwe yan jî difiroşin malbatên ku pezê wan tune ye."

Ruweydayê anî ziman ku ava ji ber parzûnkirina penêr dimîne ji bo çêkirina Sîrik û lorikê tê bikaranîn û ew jî ji pêkhatên bingehîn ên xwaringeha xwecihî ne.

Sîrik bi kelandina ava penêr û sîrê xemirandî tê çêkirin. Lorik jî bi heman rêbazê tê çêkirin, lê bêyî zêdekirina sîran.

Li gel pêşketina heyî jî xelkê herêmê hîna bi kevneşopên xwe ve girêdayî ye, hîna ev pîşe cihê xwe digirin û dibin şahidên nasnameya çandê di jiyana civaka xwecih de.

(fr)

ANHA