Koçberên ji Serêkaniyê: Em ê kengî vegerin?

Li kampan di bin konan de bi sedan malbatên ji Serêkaniyê li benda vegerê ne. Dipirsin û li bendê ne ka dê kengî vegerin warê xwe.

Koçberên ji Serêkaniyê: Em ê kengî vegerin?
Koçberên ji Serêkaniyê: Em ê kengî vegerin?
Koçberên ji Serêkaniyê: Em ê kengî vegerin?
Koçberên ji Serêkaniyê: Em ê kengî vegerin?
Koçberên ji Serêkaniyê: Em ê kengî vegerin?
Koçberên ji Serêkaniyê: Em ê kengî vegerin?
Koçberên ji Serêkaniyê: Em ê kengî vegerin?
Koçberên ji Serêkaniyê: Em ê kengî vegerin?
29 nîsan, 2026   03:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Hezkirin û girêdana war li gel wan nabe bîranîn, ew hesret di dilê wan de ye û dipirsin dê kengî bi ewle û bi rûmet vegerin warê xwe.

Beşar Îsa ji gundê El Sefeh ê Serêkaniyê ye û li kampa Serêkaniyê dimîne. Ji ajansa me re axivî û got: “Ev bûye 7 sal em li kampan û di konan de dimînin. Gundê me dagir kirin û em bi darê zorê neçarî koçberiyê kirin. Ji bo rûmeta xwe biparêzin em ji warê xwe derketin. Em venagerin heyanî ku hemû mafên me bidin me û em bi rûmet vegerin. Eger mafên me nedin were xwestin em ê dîsa di bin konan de bimînin. Gund û malên me wêran kirine, em daxwaz dikin ku wan kom û niştecihan ji malên me derxin û em ewle vegerin bajar û gundên xwe.”

Xelîl Moro yê ji taxa El Meheta ya Serêkaniyê got di koçberiyê de wan gelekî zehmetî dîtine û wiha axivî: “Di koçberiyê de jiyankirin zehmete. Li koçberiyê her sal derbas dibin şert û mercên me hîn zêdetir zehmet dibin û em êş dikşînin. Ji bo em rûmet û siberoja zarokên xwe biparêzin, me berê xwe da koçberiyê. Piştî ku gurûpên çekdar û niştîcehan ji malên me derxînin, em ê vegerin. Mal û mulkên me wêran kirin û divê êdî em vegerin warê xwe.”

Sebîha Osman a dayika şehîd Bêrîtan a ji taxa Zerdeşt a bajarê Serêkaniyê, anî ziman ku ew neçar man ji bajarê xwe derkevin û wiha got: “Ji bo ku em xwe biparêzin em ji bajarê xwe derketin. Niha jî niştecihan malên me wêran kirine lê belê hêviya me ya vegerê tu carî lewaz nabe. Divê em ewle û bi rûmet vegerin bajarê xwe. Em dixwazin aştî çêbe, mîna berê em hemû xelkên Serêkaniyê yên Kurd, Çerkes, Ereb û Ermen bi hev re bijîn.”

(np)

ANHA