‘Doza gelê Kurd bi yekitiyê misoger dibe’

Şêrîn Ebas diyar kir ku divê partî nakokî û pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û bi yekitiya xwe, xwe ji qirkirinê xelas bikin û doza Kurdan bi yekitiyê misoger dibe.

‘Doza gelê Kurd bi yekitiyê misoger dibe’
29 nîsan, 2026   06:10
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Ji rêveberên Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Kesk a Demokratîk Şêrîn Ebas têkildarî yekitiya neteweyî ya gelê Kurd di vê pêvajoyê de, ji ajansa me re axivî.

Şêrîn Ebas diyar kir ku divê helwesta gelê Kurd û partiyan bibe yek û wiha got: “Divê gelê Kurd û partî di vê rewşê de helwestên xwe bikin yek û xebatên xwe ji bo yekitiyê xurttir bikin. Em di sedsaleke nû re derbas dibin, di vê sedsalê de jî divê Kurd cihê xwe di nexşeya nû de bigirin. Her wiha ji bo mafê gelê Kurd bê misogerkirin divê têkoşîneke me ya nû hebe.”

Şêrînê destnîşan kir di vê qonaxê de pêwîstiya Kurdan bi zanist û siyasetê heye û wiha got: “Gelê Kurd divê xwe bi rêxistin bike. Her wiha li gorî pêvajoyê di aliyê siyastê de gavan biavêje. Partiyên kurdî divê helwestên xwe bikin yek û lêvegereke kurdî ava bikin. Pirsgirêk û nakokiyên xwe bidin aliyekî, ji ber ku Kurd ber bi qirkirinê ve diçin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi kongreya neteweyî heye.”

Şêrîn Ebas her wiha got: "Rola jinan di xurtkirina yekitiya kurdî, parastina hevgirtina civakî û parastina deskeftiyên şoreşa Rojava de hene û vê yekê mezintir dikin. Yekitiya gelê Kurd dê bi jinan dest pê bike û bê avakirin. Jin dikarin guhertinê çêbikin û pêşengtiya projeya yekitiyê bikin. Jinên Kurd cihê xwe di qada siyasî de girtin û xwe birêxistin dikin. Jin dikarin ji kongreyê neteweyî re pêşegtiyê  bikin. Her wiha di Sûriyeyê de jî em ê mafê xwe di destûrê de misoger bikin."

Şêrîn Ebas axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Kongreyek ji bo jinên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê bê li darxistin û daxwaza me ya ji bo yekrêziyê her li pêş be. Gelê Kurd her li benda krîzan nemîn e û yekitiya xwe xurttir bikin. Bêyî yekitiyê doza gelê Kurd çareser nabe. Ji bo yekitiya gelê Kurd jin dê bibin pêşeng.”

ANHA