Ji Jîngehparêzan banga ji bo Newrozê

Jîngehparêzên li bajarê Qamişlo bal kişandin ku Newroz sembola nûbûna xwezayê, heskirin, yekîtî û azadiyê ye, lewma pêwîste di pîrozbahiyan de madeyên plastîk ên zirarê didin xwezayê neyên şewitandin.

Ji Jîngehparêzan banga ji bo Newrozê
Ji Jîngehparêzan banga ji bo Newrozê
12 adar, 2024   11:57
QAMIŞLO

Komîteya Jîngehê ya Dibistana Şehîd Ferhad Kano û Komeleye Keziyên Kesk, tekildarî mijarê li hewşa Dibistana Navîn ya Şehîd Ferhad Kano li Qamişloyê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê xwendekarê bi navê Mehmûd Hisên û bi zimanê Kurdî ji aliyê xwendekarê bi navê Ronî Fedah ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de cejna Newrozê wekî “Sembola nûbûna xwezayê, hezkirin, yekîtî, biratî û şahiyê” hat pênasekirin û li hemû gelan û pêkhateyên herêmê hat pîrozkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin di salên ku Newroz ji aliyê rejimê hatibû qedexekirin de welatiyan li gorî şertên xwe madeyên wekî dolabên (teker) seyareyan dişewitandin, pîrozbahî dikirin û viya jî bandorek neyînî li ser jîngehê û tenduristiya mirovan dikir. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku madeyên plastîk dema tên şewitandin din gazên wekî karbonmonoksit (CO), karbondîoksîtê (CO2), Sulfur dioxide (SO2) yên jehrî belavî hewa dikin û rê li ber gerimbûna gurdûnî, barana asîdê û nexweşiyên giran vedikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku pêwîste Newroz jî wekî roja rizgarbûna ji bindestiyê û destpêka biharê ye, bi agirê sembola azadiyê û bi rêbazên ku zirarê nadin jîngehê were pîrozkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Em wek Komîteya Jîngehî ya Dibistan  Şehîd Ferhad Kano û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî  bang li malbatên xwe, komîn , hêzên ewlekariya navxweyî, komele, rêxistin û parêzvanên jîngehê dikin ku hevkariyê bikin.”

(eg/a)

ANHA

QAMISLO-12-03-2024-DAXUYANI-DIBISTAN