Ji Jin tv berteka li hemberî girtina şîrketa Gizingî Berbeyan

Nûçegihana Jin Tv ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdegirtin û girtina şîrketa Gizingî Berbeyan ya  li Silênamiyê şermezar kir û destnîşan kir ku ev êriş û kiryar ji bo xebatên wan nabin asteng.

Ji Jin tv berteka li hemberî girtina şîrketa Gizingî Berbeyan
1 ÇILE, 2025   13:53
QAMIŞLO

Derbarê serdegirtin û girtina 4 dezgehên jin di nava wan de Şîrketa Gizingî Berbeyan a ku bernameyan ji Jin Tv re çêdike, ji aliyê Asayişa Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, xebatkara Jin Tv a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loristan Derwêş ji ajansa me re axivî. 

Loristan Derwêş êriş û girtina navendan li Başûrê Kurdistanê, her wiha girtina şîrketa Gizingî Berbeyan a ku bernameyan ji bo Jin Tv çê dike şermezar kir.

Loristan Derwêş da zanîn ku şîreketa Gizingî Berbeyan mijarên jin digirt dest, rewşa jinan li Başûrê Kurdistanê û destkeftiyên wan ji weşanên wê yê sereke bû û wiha got: “Bi van êrişan dixwazin destkeftiyên jinan ên ku piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bidestxistine, têk bibin. Ji ber metirsiya wan ji destkeftiyên jin hene van êrişan pêk tînin.”

Loristan Derwêş bal kişand ser hedefgirtina rojanmevanên jin Gulîstan Tara û Hîro Bahadîn ên ku di 23`yê Tebaxê 2023`an di encama êrişa balafria bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyê hatin şehîdxistin û diyar kir ku hedefgirtina her du rojnamevanan di heman salvegera damezarandina Jin Tv`ê de pêk hat, bi heman zîhniyeta serdegirtin û girtina şîrketê   ye û wiha dom kir: “Ev ne cara yekemîne ku rojnamevanên jin, dezgeh û saziyên jin rastî hedefgirtin û desteserkirinê tên. Herî dawî jî Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî hatin hedefgirtin.”

Loristan Derwêş destnîşan kir ku di pêvajoyekê de ku Kurd di navbera hebûn û tunebûnê de ne, li Başûrê Kurdistanê sazî rastî girtinê tên.

Loristan Derwêş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku astengî û kiryarên li dijî wan derdikevin wê ji wan re nebin asteng ji bo berdewamkirina xebatê û wiha pê de çû: “Ji ber em in ên ku têkoşîn û berxwedana jinan ji raya giştî re radighînin, li her deverê em tên hedefgirtin. Lewma li kîjan devera Kurdistanê dibe, em ê xebatên xwe yê çapemeniyê dewam bikin.”

(sb)

ANHA