Li dijî girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan kampanya haştag hat destpêkirin

Li dijî girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyoneke bernameyan ji bo JIN TV çêdike, wê li ser torên medya dijîtal kampanya haştagê bê destpêkirin.

Li dijî girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan kampanya haştag hat destpêkirin
1 ÇILE, 2025   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê hêzên Asayişa Silêmaniyê bêy agahdarkirinek pêşwext bi ser Şîrketa Gizingî Berbeyan ku bernameyan ji bo JIN TV amade dike de girt û hemû karên wê rawestand.

Li dijî girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan îro di saet 14:00’an de li ser torên medya dijîtal haştaga bi navê # نا-بۆ-بێدەنگکردنی-دەنگی-ژن، (#jibo bêdengkirina dengê jinê na)wê were destpêkirin.

Şîrketa Gizingî Berbeyan 7 salin li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya derxistina pêş a kêrhatin û rola jinan de kar dike û bernameyan çêdike.”