Netanyahu ji bo peymana ewlekariyê bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re dixebite

Netanyahu sibe bi wezîrên hikumetê re hevdîtinê pêk tîne da ku pê re li ser egera îmzekirina peymaneke ewlekariyê bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re nîqaş bike.

Netanyahu ji bo peymana ewlekariyê bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re dixebite
20 îlon, 2025   22:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji rojnameya Jerusalem Post re da zanîn ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu sibe bi 7 wezîrên hikumetê re dicive da ku egera îmzekirina peymana ewlekariyê bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re nîqaş bike.

Berpirsekî Îsraîlê gotibû ku danûstandinên bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re di pêşketinê de ne. Berpirsekî din diyar kiribû ku pêkhatina lihevkirinê berî civînên Neteweyên Yekbûyî (NY) mijareke biguman e.

(mh)