Ji Însiyatîfa Nûn peyama 4`ê Nîsanê

Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 4`ê Nîsanê pîroz kir û bang li gelên Rojhilata Navîn kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

Ji Însiyatîfa Nûn peyama 4`ê Nîsanê
3 nîsan, 2024   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi boneya 4`ê Nîsanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de însiyatîfê ev roj li jinan û gelên berxwedêr pîroz kir û diyar kir ku ev roj, roja vejînê ji bo jinên azad, civaka azad û vejîna îdeolojî û felsefeya demokratîk û azad e.

Însiyatîfê di daxuyaniyê de diyar kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên azadîxwaz xala guhertinê ye û ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî divê tevahî komplo têk biçin, berxwedan û têkoşîn bi dirûşma "Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e" berdewam bike.

Însiyatîfê bang li gelên Rojhilata Navîn kir ku têkoşînê mezin bikin, heta bigihêjin azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan serbest bê berdan.

Her wiha însiyatîfê bang li CPT`yê kir ku helwesteke cidî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşan bide û fişarê lê bike ji bo ku azad bibe.

(şx)