Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 2 eşîr li hev anîn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê êlên Miradat û Hêderat li hev anîn. Rêveberiyê diyar kir ku divê fitneya di navbera gel de ji holê rabe.

3 nîsan, 2024   14:49
REQA

Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê li qada Meclisa Rêveber 2 êlên li herêmê; Miradat (Al Deho) û Hêderat li hev anîn. Di navbera her du êlan de rageşiyek çêbûbû û di encamê de 2 kes ji her du aliyan hatibûn kuştin. 

Nûnerên her du êlan, rûspiyên êlên kantona Reqayê, endamên Komîteya Lihevanînê û endamên Meclisa Rûspiyan û Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê tev li civîna lihevhatinê bûn.

Kesên di civîna lihevhatinê de axivîn, diyar kir ku divê fitneya di nava gel de ji holê bê rakirin û bi aliyên dijberî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk neyên xapandin.

Her wiha bang hate kirin ku êl li hev werin, nakokiyan berdin ji bo ku hezkirin di navbera wan de vegere.

Di dawiyê de her du aliyan soz da ku şerê hev nekin.

(şx)

ANHA