Şêniyên Qamişlo ji bo destekdayîna serhildana Wanê meşiyan

Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê bi sedan kes ji bo destekdayîna DEM Partî û serhildana bajarê Wanê meş lidar xist. 

Şêniyên Qamişlo ji bo destekdayîna serhildana Wanê meşiyan
Şêniyên Qamişlo ji bo destekdayîna serhildana Wanê meşiyan
Şêniyên Qamişlo ji bo destekdayîna serhildana Wanê meşiyan
Şêniyên Qamişlo ji bo destekdayîna serhildana Wanê meşiyan
3 nîsan 2024   14:11
QAMIŞLO

Piştî ku şaredariya bajarê mezin a Wanê ku di hilbijartinan de namzetê DEM Partî bidest xistibû ji aliyê AKP’ê ve hat desteserkirin, welatiyên Qamişlo jî nerazîbûn nîşan dan.

Înîsiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo bi armanca destekdayîna serhildana gelê Wanê, meşek lidar xist. Meş ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û heta ber avahiya Şaredariya Gel dom kir. 

Di meşa ku ji bilî sedan welatiyan rêveber û endamên saziyên li bajar jî tevlî bûn de, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Wanê”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Piştî meşê Hevseroka Şaredariya Gel a Qamişlo Emel Şemdîn daxuyanî xwend. Serkeftina gel a Bakûrê Kurdistanê pîroz kir. Destnîşan kir ku ev destkeftî di encama têkoşînek dijwar û berdelên mezin de hatine bidestxistin, lewma divê xwedî lê bê derketin.

Emel Şemdîn da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi dehan salan e dijî destkeftiyên gelê Kurd di nava êrişan de û bal kişand ku wekî Bakûrê Kurdistanê êrişî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî dike.

Diyar kir ku gelê Bakûrê Kurdistanê di hilbijartinan de serkeftinek mezin bidest xistiye, DEM Partî encamên girîng bidest xistine, lê dewleta Tirk tehemûlî viya nekiriye.

Emel Şemdîn serhildana gelê Bakûr a dijî zordariya dewleta Tirk silav kir û got ku ew ê heta dawiyê piştgiriya wan bikin. Emel bêdengiya hêzên navnetewî jî şermezar kir.

Çalakî bi dirûşmeya “Bijî brexwedana Wanê” bidawî bû.

(bm/a)