Ji ÎHD'ê li dijî 'darbeya qeyûm' ji Wezareta Karên Hundir re name

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan ÎHD'ê li dijî darbeya qeyûm nameyek ji Wezareta Karên Hundir ya tirkiyê re şand û xwest, biryara neheq bê betalkirin.

Ji ÎHD'ê li dijî 'darbeya qeyûm' ji Wezareta Karên Hundir re name
6 mijdar 2024   15:01
NAVENDA NÇEYAN

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên di bin rêveberiya DEM Partî û CHP’ê de, li gelek bajaran ji Wezareta Karên Hundir re name şand. Di nameyê de hat xwestin ku polîtîkaya tayînkirina qeyûman were bidawîkirin.

Di nameyê de wiha hate gotin:

“Weke ku tê zanîn, sepana tayînkirina qeyûm bingeha xwe ji hevoka dawî ya fikraya 4’emîn a Xala 127’emîn a Destûra Bingehîn digire. Di vir de tê gotin ku ‘heke sûcekî ji ber peywirê hatibe kirin’, Wezîrê Karên Hundir dikare bi awayekî demkî ji peywirê dûr bixe. Jixwe di Xala 47’emîn a Qanûna Şaredariyan a hejmar 5393’yê de jî nirxandina mîna wê heye. Li gel ku sererastkirina qanûnî ev e, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an pergaleke awarte hate avakirin, dewlet bi sepanên KHK’ê hate birêvebirin û bi vê yekê re qanûneke nû derket holê. Bi KHK’a hejmar 674’ê û piştre jî bi fikraya 2’yemîn a Xala 45’an a li qanûna hejmar 6758’ê hatiye zêdekirin re rayeyên nû ji bo wan hatin dayin. Ev rayeye jî ji bo ‘Alîkarîdayîna terorê yan jî rêxistinên terorê’ hatiye dayin. Ji ber van sûcan jî rayeya dûrxistina ji rayeyê dide we. Xuyaye ku sererastkirina behsa xeberê li dijî rêgezên dewleta hiqûq û demokratîk e. Jixwe welatekî bi KHK’an tê birêvebirin, mimkin nîne bibe dewleteke hiqûqê û demokratîk be. Hemû şaredarên ji peywirê hatine dûrxistin, di dema dûrxistina wan de rêgeza karîneya mesûmiyê hatiye binpêkirin.

 Li gel ku derheqê tu şaredaran de biryare teqez a darazê tune ye jî, şaredarên bi îradeya gel hatine hilbijartin ji peywirê hatin girtin, li şaredariyan qeyûm hatin tayinkirin û tayînkirina qeyûman sepaneke antîdemokratîk e. Ev sepan bi temamî li dijî Destûra Bingehîn, sererastkirinên hiqûqa navxweyî û peymanên navneteweyî ye. Ev sepan nayê qebûlkirin û dibin sedema rageşiya di navbera civakan de. Lewma jî weke ÎHD’ê em dixwazin ku biryara dûrxistina ji peywirê ya şaredarên Esenyurt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê û tayînkirina qeyûman a li şûna wan were betalkirin.”

EENQERE

 Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî beriya şandina nameyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxê Omer Faruk Yazmaci ji wezaretê xwest ku sepana tayînkirina qeyûman bi dawî bike. Piştre jî name li Şaxa PTT’a Çankayayê hate şandin.

 EDENE

Şaxa ÎHD’a Edeneyê tevî rêveberên DEM Partiyê li Postexaneya Cemalpaşayê name şand. Serokê Şaxa ÎHD’ê Yakup Ataş diyar kir ku tayînkirina qeyûman derhiqûqî ye û xwest ev sepan were bidawîkirin.

 MÊRSÎN

 Rêveberên Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî tevî Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca heta avahiya PTT’ê meşiyan. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Zumeyra Ougz diyar kir ku qeyûm xespkirina îradeyê ye, ew qebûl nakin û rast nabînin.

 HATAY

Rêveberên ÎHD’a Îskenderûn a Hatayê jî hatin avahiya PTT’ê û name şandin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Soşkun Selçuk xwest ku sepana tayînkirina qeyûman bê bidawîkirin.

DÊRSİM

Şaxa ÎHD’a Dêrsimê jî li pêşiya Şaxa PTT’a Taxa Mogoltayê daxuyanî da. Rêveberên DEM Partî û ESP’ê jî tev li bûn. Hevseroka Şaxê Gonul Sonbahar bal kişand ser nameyê û xwest biryar were betalkirin.