Şaredariyên Til Temir û Dirbêsiyê piştgiriya şaredariyên Bakurê Kurdistanê kir

Şaredariyên Til Temir û Dirbêsiyê siyasetên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, dûrxistina hevşaredarên Mêrdîn, Êlîh û Xelfetiyê û tayînkirna qeyûman li şûna wan, şermezar kirin û piştgiriya xwe bi wan re rave kir.

Şaredariyên Til Temir û Dirbêsiyê piştgiriya şaredariyên Bakurê Kurdistanê kir
6 mijdar 2024   15:06
QAMIŞLO

Bertekên li hember desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê desthilata Tirk ve û tayînkirina qayûman li şûna hevşaredarên Mêrdîn, Êlîh û Xelfetiyê, berdewam in.

DIRBÊSIYÊ

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê têkildarî mijarê daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe da. Cigirê hevserokên Şaredariya Gel a bajêr, Alan Meîş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin qirkirina siyasî ya li dijî şaredariyên bi vîna gelê Bakurê Kurdistanê hatine hilbijartin, didome.

Her wiha di daxuyaniyê de desteserkirina şaredariyan, dûrxistina serokên wan û tayînkirina qayûman, ji aliyê hikumeta AKP û MHP`yê ve hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku şaredarî, piştgiriya vîna gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dike û berxwedana gelê li wir pîroz kir.

TIL TEMIR

Şaredariya Gel a Til Temirê jî, daxuyanî li pêşiya avahiya xwe da. Hevşaredar Mihemed Baqî Kûtê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de siyasetên dewleta Tirk û hemleyên qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê hatin şeremzarkirin û weke kiryarên "dûrî exlaq û mirovahiyê" hatin binavkirin.

Di daxuyaniyê de piştgiriya vîn û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li hember siyasetên dewleta Tirk hate kirin.

(şx/k)

ANHA