Ji Federasyona Rojnamegeriya Erebî ya Navneteweyî li dijî êrişan bang

Federasyona Rojnamegeriya Erebî ya Navneteweyî bang li NY’yê kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û diyar kir ku ev êriş ne rewa ne û li dijî rêgez û qanûnên navneteweyî ne.

Ji Federasyona Rojnamegeriya Erebî ya Navneteweyî li dijî êrişan bang
29 kanûn, 2023   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Rojnamegeriya Erebî ya Navneteweyî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de cihên ku dewleta Tirk a dagirker di çend rojên dawîn de bombebaran kirin, navên welatiyên di êrişan de şehîd bûne, her wiha ziyanên ku çêbûne, hatin bi bîrixstin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şeremzarkirin û wiha hat domandin: "Em bombebarana ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî pêkanîneke ne rewa dibînin. Ev pêkanîn li dijî rêgez, armancên Neteweyên Yekbûyî û qanûnên navneteweyî ne. Em tevahî kiryarên hêzên Tirk ên dagirker şermezar dikin. "

Di dewama daxuyaniyê de ev bang li Neteweyên Yekbûyî, endamên Konseya Ewlekariyê, tevahî deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan hatin kirin:

1-Zexteke cidî li hikumeta Tirk bikin bila êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.

2-Bila dewleta Tirk ji herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine vekişe.

3-Divê dagirkeriya Tirk, êrişên wê yên leşkerî û encamên van êrişan, her wiha binpêkirinên wî yên li dijî gelê Sûriyeyê were teşhîkirin.

4-Êrişên li ser nexweşxane, navendên tenduristiyê yên sabit û yên gerok û êrişn li ser ekîbên tenduristiyê û yên rizgariyê rawestînin. Bila derfet bê dayîn da ku birîndaran û cenaz werin rakirin û jiyana kesên bi binê enqazan de mane were rizgarkirin.

5-Zextê li hikumeta Tirk bikin bila êrişên xwe yên bi balafirên şer, balafirên bê mirov ên bi çek, êrişên çekdarên hevkarên wê yên li dijî sivîlan, dêr û cihên îbadetê, milkên giştî û yên taybet rawestîne. Talankirin û diziya mal û dikanan bisekinin.

6-Divê komîteyeke serbixwe ya lêkolînkirinê were avakirin. Divê nûnerên federasyona Sûriyeyê ya mafên mirovan, rêxistinên parêzvnên mafên mirovan û mafên jinan ên li Sûriyeyê di komîteyê de cih bigirin. Peywira vê komîteyê  binpêkirinên dewleta Tirk aşkera bike û berpirsên wê yên bûne sedema qetilkirin û birîndarkirina welatiyan sewqî dadgehên xwecih, herêmî û navneteweyî werin kirin da ku hesab ji wan bê pirsîn.

7-Em bang li rêxistiên hiqûqî û medenî yên sûriyeyî dikin ku di belgekirina sûcên dermirovî yên hêzên dewleta Tirk a dagirker de bibin hevkar.

 8-Bang li deste û saziyên navneteweyî yên eleqedar dikin ku pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovî yên bajar û gundên bakur û rojhilatê Sûriyeyê yên bobelat bûne, bi cih bînin.

9-Ji tevahî pêkhateyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebateke gel û hiqûqî lazim e da ku li hemberî xetereyên ku ji ber kirinên hêzên dagirker ên nîjadperest çêdibin rawestin û wan xetereyan bi dawî bikin.

(bb)

ANHA