Ji Dirbêsiyê bangên hevgirtina li hember fitneyê

Rewşenbîr û kesayetn civakî yên li bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku divê hewlên ji bo çêkirina fitne û nakokiyan di navbera civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de werin pûçkirin û da zanîn ku divê tevna civakî ya Sûriyeyê were parastin.

Ji Dirbêsiyê bangên hevgirtina li hember fitneyê
20 tebax, 2025   04:50
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Hin kom û aliyên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi gelek awayan hewl didin fitne û nakokiyan di navbera civakên Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê de gur bikin. Lê pêkhateyên herêmê li hember van hewldanan şiyar in û banga xwişk û biratiyê û parastina tevna civakî dikin.

Endamê Yekutiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê Ekrem Derwîş destnîşan kir ku di navbera civakên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkiliyên civakî, malbatî û eşîrî yên xurt hene û niha hewl hene ku van têkiliyan têk bibin û di navbera wan de pevçûnan gur bikin.

Derwîş wiha dewam kir: "Lidarxistina Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan li Hesekê gaveke rast bû. Piştî hilweşîna rejîma Esed û hatina hikumeta veguhêz, vê hikumetê di bin zexta dewleta Tirk a dagirker de, bi hincetên bêwate rê li ber lihevkirineke bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk re digire."

Hunermend Telal Mihemed ê ji bajarê Dirbêsiyê got pergala neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû pêkhateyan bûye sîwan. Li ser vê bingehê van pêkhateyan Rêveberiya Xweser a Demokratîk ava kirine û bi hezaran şehîd dane da ku herêmê ji terorê biparêzin. Ev yek hevgirtina di navbera pêkhateyan de nîşan dide.

Mihemed wiha pê de çû: "Hewldanên ji bo çandina nakokiyan di navbera gelan de dê bi ser nekevin, bi taybet ji ber xwîna pêkhateyên herêmê tevlihev bûye. Ji ber vê yekê, divê her kes li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk kom bibe ku tekane hêza neteweyî ye ku ji bo gelên herêmê şer dike.”

Subhiya Mistefa a ji Dirbêsiyê jî got li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û hemû civakên din de hezkirin û lihevkirin heye. Ev lihevkirin li ser bingeha rêzgirtina hemû mezheb û olan hatiye avakirin.

Subhiyayê bang li her kesî kir ku ji bo pêşîgirtina li fitneyê hişyar bin û hevkariyê bikin, ji ber ku fitne dibe sedema wêrankirina welatan û têkçûna aramiyê.

Hevserokê Meclisa Civakî ya Ermenî a Dirbêsiyê Xeyredîn Xalidyan diyar kir ku divê kes guh nede bangên gurkirina fitneyê di navbera civakan de û ji bo parastina hevgirtina civakî hişyar bin.

Xalidyan bang li hemû gel û civakan kir ku li dijî hewldanên fitneyê yekgirtî bin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û piralî tê bikoşin.

(k)

ANHA