‘Rêber Apo ji bo me fikir û felsefe ye’

Şêniyên Kobanê diyar kir ku ew tev li pênvgava navneteweyî ya bi dirûşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” dibin û got "Rêber Apo ji bo me fikir, felsefe, dil û giyan e, em dixwazin bi wî re hevdîtinê bikin."

‘Rêber Apo ji bo me fikir û felsefe ye’
20 tebax, 2025   03:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de ku destpêka Hezîranê ji aliyê Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê ve hatiye destpêkirin, şêniyên bajarê Kobanê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Dîcle Muslim diyar kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û wiha got: "Em jî tev li pêngava ku hatiye destpêkirin, dibin. Em dixwazin Rêber Abdullh Ocalan bi fîzîkî û azad li nav bijî. Em hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bibînin."

Dîcleyê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan fikir, felsefeye, dil û giyan e û ev tişt anî ziman: "Rêber Apo dil û mêjiyê her kesî ye. Ji ber ku Rêbertî fikra rastî û demokrasî di dilê her kesî hatiye çandin. Divê jî zarokên xwe li ser fikra rast û demokratîk perwerde bikin. Em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de Rêberê xwe bi fîzîkî di nava xwe de bibînin."

Hîba Mehmûd da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan 27 sal e di zindanê de ye, divê ew bi fîzîkî azad bibe û wiha pê de çû: "Daxwaza me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Rêbertî ji bo me fikir, dil û her tişt e û azadiya wî azadiya me ye. Em jî wek gelê Kobanê her tim têkoşîn bikin heta ku em Rêber Apo di nava xwe de dibîn n."

Hecî Qolagasî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan hêz û vîn e û ew jî dixwazin wî di nava xwe de bibînin û wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan hemû kesên bindest azad kirin. Em jî heta ku Rêberê xwe bi fîzîkî azad nekin, dilê me tu carî rihet nabe. Rêber Apo ji bo me û hemû kesî hêz e. Em bi saya fikir û felseya Rêber Apo bûn xwedî hêza herî xurt, em dixwazin Rêber Apo re hevdîtinê bikin."

Bêrîvan Cûma got ew dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî bibînin û ev li axaftina xwe zêde kir: "Rêber Apo kilîta çareseriya hemû pirsgirêkan e, divê bi demek nêz de bi fîzîkî azad bibe. Em ê têkoşîna xwe xurttir bikin û daxwaza me ya bingehîn, Rêber Apo li nav xwe bibînin."

(bb)

ANHA