Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Cizîrê hat lidarxistin

Jinên Ciwan a kantona Cizîrê, di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de konferansek li dar xist.

21 cotmeh, 2024   17:26
QAMIŞLO

Konferans bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî, serbixe azadî " bi beşdariya 90 delegeyî li navenda PYD'ê ya li bajarê Qamişlo'yê li dar ket.

Endamên Kongra Star û endamên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan jî tevlî  konferansê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, konferans bi axaftina endama Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parêzer Romend Xelef ve dest  pê kir.

Romend Xelef di axaftina xwe de qala pêşketina kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û têkildarî xebatên însiyatîfê avahiya konferansê agahdar kir.

Li ser navê dîwana konferansê endama Yekitîya Jinên Ciwan Soryaz Simo axivî û bi xêrhatina mêvanan kir.

Konferans li ser mijara "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan" û li ser "Qeyrana Rojhilata Navîn û Çareseriyên wê" bi rê ket.

Pişt re der barê qeyran û pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Çareseriya pirsgirêkên wê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ku wek sînevîzyon hatibû amadekirin, hat pêşandan.

Ji aliyê Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo ve têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan semînerek hat dayîn.

Şîraz Hemo bal kişand ser peymana sedsal berê ya Sykes-Picot û diyar kir ku hêzên ku ev peyman bi pêş xistin, Kurdistan parçe kirin û her tim mafê kontrolkirina herêmê ji bo rejîmên desthilatdariya Kurdistanê parastine.

Şîraz Hemo diyar kir ku civaka Rojhilata Navîn her tim li hemberî hêzên modernîteya kapîtalîst dikarîbû li ber xwe bide û wê îro şûn de jî li ber xwe bide.

Ji aliyê berdevka Jinên Ciwan a MSDʹyê Nadiya Yûsiv ve têkildarî qeyran û pirsgirêkên Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêkên wê semîner hat dayîn.

Nadiya Yûsiv di axaftina xwe de diyar kir ku hêzên Rojavayî gelên Rojhilata Navîn bê îrade û bê zanistî dibînin, lê dîrok piştrast dike ku bawerî, zanistî, pîvanên civakî, gund û bajaran li ser vê xakê dest pê kir û bi pêş ketine. Anku şoreşa mirovahiyê destpêkê li ser vê axê bi pêş ket. Lê belê hêzên desthilatdar di şexsê jinê de xwe li ser keda civakê ava kir.

Nadiya Yûsiv di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku perwerdeya jinê, îradeya jinê û azadiya jinê weke erkekî li ser milê wan e û îşaret bi girîngiya pergala Konfederalîzma Demokratîk kir ku wê bibe çareseriya qeyran û hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn.

Semîner bi nîqaşên beşdaran dom kir.

Encamnameya konferansê ji aliyê endama Yekitîya Jinên Ciwan Delal Xelat ve hate xwendin.

Encamnameya Yekitîya Jinên Ciwan wiha ye:

1. Ji bo bilindkirina kampanyaya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” pêşengtî kirin, dewreyên perwerdeyê vekirin û çalakî kirin.

- Li ser vê esasî li ser mijarên şerê taybet, bandora sîstema kapîtalizm û li ser bandora zihniyeta zayendperest seminar werin dayîn.

2. Ji bo şert û mercên jiyanê li Imralî û rewşa tendurstiya Rêber Apo ku nayê zanîn, der barê de komxebatek wer lidarxistin.

3. Li ser bêadaletî û bêdengiya dewletan, bi pêşengtiya jinên ciwan ên ku hiqûq dixwînin re çalakî werin lidarxistin.

4. Komîteya xwe ji bo Rêbertî di hemû qadan de ava kirin û yên hatine avakirin werin xurtkirin.

5. Ji bo danasîna Rêber Apo, bi hemû jinên ciwan re di pêşengtiya hamle de ziyaretkirina malbatan were kirin.

6. Her wiha ji bo avakirina civakeke ekolojik bi çandina daran bajara werin xemilandin.

7. Xurtkirina komên xwandinê di hemû qadan de, taybet xwendina parêznameyên Rêber Apo.

8. Li ser Dîroka Jin taybet perwerde were dayîn û pirtûka Dîroka Jin were xwendin.

9. Meşa Dirêj ya Jinên Ciwan were lidarxistin.

Ji aliyê berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Berîtan Roj ve ji bo jinên Rojhilata Navîn peyamek hat dayîn.

Berîtan Roj di peyamê de diyar kir ku ew li dijî êrişên hêzên hegomonîk û yên herêmî ku li ser jinê dimeşînin, berxwedana jinên Rojhilata Navîn silav dikin.

Berîtan Roj bal kişand ser qetilkirinên jinan û got: “ Hêzên hegomonîk ji bo ku di sedsala 21’emîn de azadiya jinê asteng bikin, bi dijwarî êrişên xwe li ser jinê didomînin û qetilkirina jinan pêk tînin. Pêwîst e li hember êrişan bi yekrêzî û bi zanistî em bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” xwe xurt bikin.

Berîtan Roj di dawiya peyamê de bang li hemû jinên Rojhilata Navîn kir û got: “Di qonaxa duyemîn a hemleya cîhanî ya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî Ji pirsgirêka Kurd re Çareserî” de bi awayekî xurt em cih bigrin da ku bi yekrêziya azadiya jinê, azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”

Konferans bi dayîna peyaman û bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

(bm)

ANHA