Ji Siwêdayê bangên parastin û alîkariyên mirovî

Du çalakvanên ji Siwêdayê ji ber karaseta mirovî ya li bajar banga parastina navneteweyî û alîkariyên mirovî kir. Çalakvanan destnîşan kir ku hikumeta veguhêz berpirsê vê karasetê ye.

Ji Siwêdayê bangên parastin û alîkariyên mirovî
25 tîrmeh, 2025   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 13’ê Tîrmehê ve piştî êrişên komên girêdayê hikumeta veguhêz, li Siwêdayê alozî rû dide. Ji dîmenên ku hatin weşandin, çekdarên hikumetê bi cilên eşîran êrişî kirin û komkujî pêk anîn. Saziyên têkildarî hejmara zelal a qurbaniyan tesbît nekirine, lê li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hezar û 311 kes hatine kuştin

Tevî agirbestên ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve hatin ragihandin, lê komên navborî gelek caran agirbest bin pê kirin. Zêdetirî vê yekî jî  di medyaya dîjîtal de provokasyon li dijî Durziyan tên meşandin.

Çalakvanên ji Siwêdayê der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Nivîskar û çalakvan Raûf Ebû Hecîle anî ziman ku bûyerên li Siwêdayê rû didin tiştekî nû nîn e, lê belê encamên danheveke dem dirêj a paşguhkirina siyasî, aborî û civakî ya li gelemperiya Sûriyeyê ye.

Ebû Hecîle bal kişand ser serhildana gelê Siwêdayê ya li hemberî hikumeta veguhêz û got "Yên ku vê tevgerê bi rêve dibin şêniyên Siwêdayê ne, tu milîsên girêdayî kesekî li vir  nîn in. Ev tevgereke sivîl a gel e ku berdewama desthilata xwe li ser me ferz kiriye red dike. Ev desthilat jî wekî desthilatdariya tekfîrî ya DAIŞ’ê dikare were binavkirin."

Ebû Hecîle îşaret bi armanc û sedemên serhildana gelê Siwêdayê ya li hemberî hikumeta veguhêz kir û ev nirxandin kir "Sedem mîna rojê zelal in. Sedema sereke rewanebûna desthilatê ye ku xwe ferz kiriye. Dîsa jî vê desthilatê destûre bêyî hevdîtina nîştimanî ku tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê beşdar bin, derxist. Armanc jî zelal in ew e ku xaka Sûriyeyê ji vê desthilta destwerdanker û çeteyên wê were paqijkirin da ku Sûriyeyê bi rastî ji bo şêniyên wê azad be, ji bo ku desthilata siyasî ya rasteqîn were avakirin ku mafên hemû welatiyan mîsoger bike û pergaleke demokratîk hebe ku rêzê bide rûmeta welatiyan."

Ebû Helîce destnîşan kir ku serhildana Sûriyeyê ya 2011’an li dijî dîktatoriyê bû û wiha pê de çû" lê desthilateke dîktator hat û xwe li ser me ferz kir. Ev desthilat jî xwedî karektêra kuştin, qirkirin û pişaftinê ye. Em sûriyeyî me tu rojî bi taîfiyetê nefikirine, lê desthilatê em anîn vê rewşa erzan û em xistin çiraveke qirêj."

HIKUMETEKE NE REWA YE, REWŞÊ RAST NAXWÎNE

Raûf Ebû Helîce anî ziman ku hikumeta veguhêz a heyî hikumeteke ne rewa ye û wiha pê de çû"Desthilata ku xwe ferz kiriye wekî ku xwepêşandaneke xwecih ya sînorkirî, ne wek tevgereke nîştimanî ya ji bo guhertinê, nêzî Siwêdayê bû. Her wiha daxwazên xelkê Siwêdayê paşguh kirin û tenê daxuyaniyên piştgiriyê dan. Lê nêzîkatiyên wê armanc bi cih neanî, piştre daxuyanî dan û got milîsên ji derveyî qanûnê kar dikin, hene. Bi rastî em ji derveyî qanûna terorê ne, mîna ku bi hinceta ku bermehiyên rejîmê me li xwişk û birayên me yên peravê kirin. "

Ebû Helîce got, yên bixwazin dewletekê ava bikin hingî armanca wan ji gava pêşîn tên dîtin û wiha domand "Lê gava yekemîn a ku vê desthilatê avêt; ferzkirina desthilatê, rêveberî û kursiyê, paşguhkirina tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê, rakirina sembolên bingehîn ên şoreşê ji sunniyên rasteqîn ên Sûriyeyê yên dûrî tundrawiyê bûn yên ku ji terora El Colanî ne razî ne. Eger gava pêşîn bi vî rengî hatibe avêtin wê demê dê dewleta çawa be! Ev dewlet çi ye! ya ku îro tê xwestin tevgera gelê Sûriyeya azad e."

Raûf Ebû Heclîe têkildarî bandorên vê yekê di aliyê siyasî de jî got: "Berdewama van kiryaran dê bide sedema rûxandina vê rejîma dîktator a sexte; ev jî hêvî û dawaza tevahiyan e. Şoreşa Siwêdayê ya wê wekî tevger bi nav nakin, şoreşeke nîştimanî ya bi rûmet e û ji herêmên din re bûye mînak. Ev jî wê bibe şoreşa sererastkirina şoreşê ye."

Der barê aliyê civakî de jî Ebû Helîce ev tişt anî ziman "Gelê Sûriyeyê gelekî rewşenbîr û zane ye û ji derewên siyasî yên ji dema rejîma berê ve aciz bûye. Ev zanebûn bi domdarî zêde dibe. Gelê Sûriyeyê ji bo keramet û temsîla rasteqîn kar dike, lê miqabilî vê yekê rejîma nerewa hewl dide fitneyê derbixe û gelê Sûriyeyê ji hev qut bike. "

Çalakvan Raûf Ebû Helîce di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Siwêda ne tenê bajarekî Sûriyeyê yê serhildêr e, lê belê nîşaneke kûr a ji bo guhrtina rewşa Sûriyeya giştî ye.

BI DESTEKA HIKUMETÊ ŞEREKÎ MEZHEBÎ YE

Çalakvana bi navê Semahir El Endarî jî anî ziman li gorî dîtina wan kesan durzî kafir in divê werin tune kirine û got" Ji ber ku em Durzî ne ewqas şerên giran li ser me têne kirin. Li gorî fikrên Ibin Temîma yê terorîst ê selefî em durzî kafir in û divê me biqedînin."

Semahir El Endarî bi bîr xist ku hikumeta heyî ya destekê dide wan kesan hewl da bi şandina şandeyek hikûmetê û pêdiviyên awarte, li ser rewşa dijwar bilîze û ev nirxandin kir: " Lê ji ber ku em baweriya xwe bi wan naynin,  Siwêda bi nûnertiya Şêx Hikmet El Hicrî biryar da ku ketina şandeya hikûmetê ya bi nûnertiya wezîr Hind Qebewat û parêzgarê parêzgehê Mistefa Bakur red bike û alîkariyê qebûl bike. Ev niyetên xerab ên siyaseta hikumeta de facto îsbat dike ku dixwaze bi van siyasetan piştgiriya gel  bi dest bixe ku maskeyên wê li ber çavên Sûriyan ên birûmet ketine."

KARASETEKE MIROVÎ

Semahir bal kişand ser rewşa Siwêdayê û got "Rewşa parêzgehê ji hemû aliyan ve karasetî ye. Ji 8 rojan ve em bê hêmanên jiyanê ne, ne ceyran, ne peywendî, ne av, ne xwarin û ne jî pêdiviyên tenduristiyê nîn in. Bi hezaran malbatên ku xwe li gundên ewle girtine, êşa kuştina bi xwîneke sar a zarokên wan û şewitandina mal û milkên wan dikişînin. Zarok ji tî û birçîna dikin hawar, şênî li çolan xew dikin."

Semahir bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku li hemberî rûdanên li Siwêdayê rola xwe ya exlaqî û mirovî bi cih bînin û wiha got: " Em banga parastina navneteweyî ya rasterast, vekirina deriyên mirovî, tevkariay bi xwişk û birayên me yên Kurd, yên li Iurdinê û xwişk û birayên me yên li Îsraîlê dikin."

Semahir El Endarî gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Siwêyda li ber mirinê ye, nexweşxane di rewşeke felaket û xeternak de ne. Hejmara şehîdan bi sedan e û cenaze dihelin û xirab dibin, ev jî karesateke jîngehê diafirînin û nexweşî û epîdemiyan belav dikin. Em ji bo rizgarkirina tiştê ku ji Swêdayê maye, daxwaza alîkariyê navneteweyî dikin. Em bi karesateke mirovî ya cidî re rû bi rû ne."

(bb)

ANHA