Li Hesekê ampêrekî dikanên bazirganiyê 10 dolar e

Li bajarê Hesekê komîteya jeneratoran bi xwediyên jenerator û dikanên bazirganiyê re civiya. Di civînê de her du aliyan li hev kir ku her ampêrek 10 dolar be.

Li Hesekê ampêrekî dikanên bazirganiyê 10 dolar e
4 tebax, 2025   17:04
HESEKÊ

Meclisa bajarê Hesekê ya kantona Cirzîrê, bi alîkariya komîteya jeneratoran a Şaredariya Gel civînek ji bo xwediyên jeneratoran û xwediyên dikanên bazirganiyê li dar xist.

Armanc ji vê civînê birêxistinkirina bihayê ambêran û nirxê ampêrên malan ji yên bazirganiyê cuda be.

Rêveberê komîteya jeneratoran Yûnis Mehmûd diyar kir ku di civînê de bihayê ampêrekî ji bo dikanan, li hember xebitandina jeneratoran rojane 10 saetan, bi 10 dolarî mehane hate diyarkirin. 

Mihemûd diyar kir ku ev biryar bi razîbûna xwediyên jeneratoran û dikanan bû.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku 31’ê Tîrmehê, li bajarê Hesekê xwediyên dikanên bazirganiyê yên bajêr bi taybet ên taxa Miftî li hember biryara Desteya Sotemeniyê, li bazarê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Desteyê, nirxê ampêran li şûna 6 dolarî bi 20 dolarî mehane diyar kiribû û da zanîn ku ew êdî destekê nade xwediyên jeneratoran.

Komîteyê ragihand ku ew ê tenê destekê bide jeneratorên ku ampêran didin malan. Lewma xwediyên dikanan bi hêrs bûn û ev biryar bi “ne adil” wesifand ku bi awayekî neyînî bandorê li bazirganiya wan dike.

(ac/şx)

ANHA