Endamê Kongreya DYA’yê û serokê ruhanî yê Durziyên li Îsraîlê re hevdîtin kir

Endamê Kongreya Amerîkayê Îbrahîm Hemade û serokê ruhanî yê civaka Durzî li Îsraîlê, Şêx Miwefeq Tarif li ser rêbazên agirbestê li Siwêdayê û vekirina korîdorek mirovî di bin çavdêriya Amerîkayê de nîqaş kirin.

 Endamê Kongreya DYA’yê û serokê ruhanî yê Durziyên li Îsraîlê re hevdîtin kir
7 tebax, 2025   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Kongreya Amerîkayê  Îbrahîm Hemade di çarçoveya gera xwe ya li  herêma Julis a bajarê Eka ya bakurê Îsraîlê de bi serok ruhanî yê civaka Durzî ya Îsraîlê, Şêx Muwaffaq Tarif re hevdîtin pêk anî

Herdu aliyan li ser rola Amerîkayê ya sepandina agirbestê li Siwêdayê û vekirina kerîdorên mirov bo veguhestina alîkariyên mirovî nîqaş kirin. Her wiha pêşniyarên çareseriyeke siyasî ya mayînde hat gotûbêjkirin. Hate gotin, divê  rêveberiya DYA’yê weke garantorê lihevkirinê destwerdanê bike ku ewlehiyê pêk bîne û mafên duriziyên li Siwêdayê mîsoger bike.

Di hevdîtinê de ekîba nirxandin û şopandina rewşê ya girêdayî durziyan, raporeke berfireh der barê rewşa meydanî û mirovî ya Siwêdayê de pêşkêş kir.

(bb)