Ji Dêrazorê: Dewleta Tirk sûcên şer ên sîstematîk dike

Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Dêrazorê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker sûcên sîstematîk li dijî gelê herêmê dike. Meclisê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan jî şermezar kir.

Ji Dêrazorê: Dewleta Tirk sûcên şer ên sîstematîk dike
30 ÇILE, 2025   14:55
DÊRAZOR

Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komkujiyên li Bendava Tişrîn û kantona Firatê şermezar kirin.

Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisê li ber avahiya Meclisa Rêveber a Dêrazorê hat dayîn û ji aliyê endama Meclisa Demokratîk a Gelan Raniya El Hebo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefkirina nobedarên bendava Tişrînê û komkujiyên li bajarên Zirgan, Sirîn  û Kobanê bi tundî hatin şermezarkirin û hate gotin: "Ev kiryar sûcên sîstematîk û bi zanebûn in ku tevahî qanûn û peymanên navneteweyî binpê dikin."

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ew e ku dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferz bike.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî hate kirin ku demildest destwerdanê bikin, êrişan rawestînin û berpirsên wan li gorî qanûnên navneteweyî bidarizînin.

(bb)

ANHA