500 penaberên iraqî ji kampa Holê derketin

90 malbatên iraqî ku ji 500 penaberan pêk tên, ji kampa Holê ber bi Iraqê ve bi rê ketin.

500 penaberên iraqî ji kampa Holê derketin
30 ÇILE, 2025   14:56
HESEKÊ

Di çarçoveya hemahengiya di navbera Rêvebriya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê de, îro 90 malbatên iraqî (500 kes) ji kampa Holê ber bi Iraqê ve bi rê ketin.

Penaberên iraqî saet di 13:00’an de bi amadebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Koalîsyona Navneteweyî ber bi warê xwe ve bi rê ketin.

8’ê Çileyê jî 196 malbat ku ji 715 penaberan pêk dihatin, ji Holê vegeriyabûnn Iraqê. Di 25’ê Çileyê de jî 148 malbatên din ên iraqî ku ji 578 kesan pêk dihatin, ji Holê vegeriyabûn Iraqê.

(bb)

ANHA