Ji bo vegera koçberên Serêkaniyê pêwîstî bi parastin û misogeriyê heye

Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Hesekê Ferhan Dawûd da zanîn ku vegera koçberên Serêkaniyê ji bo bajarên wan hewceyî misogeriyên ewlehiyê ye û da zanîn ku arastina koçberan û milkên wan berpirsyartiya hikumeta veguhêz e.

Ji bo vegera koçberên Serêkaniyê pêwîstî bi parastin û misogeriyê heye
27 tebax, 2026   02:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Koçberên Serêkaniyê girêdana xwe ya bi vegerê û redkirina kiryarên destdayîna ser mal û milkên xwe nîşan didin, koçber daxwaza dabînkirina ewlehiyê, parastina milkên xwe û bidestxistina rewşeke aram ji bo vegerê dikin.

Der barê mijarê de Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Hesekê Ferhan Dawûd got: “Mixabin bûyerên dawî li Serêkaniyê û êrişên ku rastî koçberên karwanê yekemîn pêk hat, zirarek da koçberan, ev yek di demekê de ku li Sûriyeyê pêvajoya peymanê, entegrasyonê û çareseriyê heye çêbû.”

PARASTINA KOÇBERÊN VEGERIYANE BERPIRSYARTIYA HIKUMETA VEGUHÊZ

Dawûd diyar kir ku bûyerên dawî dan nîşandan ku hebûna aliyên ku derveyî çarçoveya qanûnê de û derveyî kontrola hikumeta veguhêz kar dikin, hene û ev tişt got: “Ji derveyî hebûna komên çeteyan û hinek aliyên din ên girêdayî hikumeta veguhêz li Sûriyeyê, ji ber hikumeta veguhêz berpirsyarê xaka Sûriyeyê ye, parastin û misogerkirina ewlehiya sivîlan berpirsyartiya hikumeta veguhêze.”

Ferhan Dawûd destnîşan kir ku di nava xalên Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera hikumeta veguhêz a Rêveberiya Xweser de, vegera koçberan a bi ewle heye. Ev yek divê pêk were û koçber bi ewle vegerin malên xwe.

Ferhan Dawûd da zanîn ku doza vegerê ya ji bo hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkumen, Çerkes û hwd.. ên li Serêkaniyê ye, ew ne tenê ji bo pêkhateyekê ye.

HIŞYARIYÊN DER BARÊ BANDORÊN KU DIHÊLIN TEVLÎHEVÎ BIDOMIN

Ferhan Dawûd diyar kir ku nebûna ewlehî û ewlekariyê, rûdana kiryarên hin aliyan li bajêr nîşaneyên ku hîn jî Sûriyeyê di nava aloziyê û tevlîheviyeke ewlehî de ye nîşan dide.

Dawûd bang li hikumeta veguhêz kir ku bi rola xwe rabe, aliyên ku derveyî qanûnê kiryaran dikin ji holê rakin û hemû herêman kontrol bike.

Ferhan Dawûd da zanîn ku divê mal û milkên sivîlan bê parastin, koçber bi awayeke ewle vegerin malên xwe. Ji ber ku ev bingeheke ji bo avakirina Sûriyeya Demokratîk, divê ewlekarî û istiqrara şêniyan jî bê parastin.

BANGA EŞÎRÊN EREBAN

Dawûd ev hişyarî da û diyar kir ku domandina destdayîna ser mal û zeviyên sivîlan, bikaranîna zeviyên wan ji bo çandiniyê, bikaranîna milkên wan ne tenê ji bo Serêkaniyê şantajeke, ev yek li herêmên cuda yên Sûriyeyê jî metirsiyan ava dike. Ev ê bihêle ku hemû Sûriyeyê ber bi şerê nû yê tayifî, neteweyî û eşîrtî biçe.

Ferhan Dawûd daxwaz ji eşîrên Ereban kir ku ji bo rêzdariya li hember milk û zeviyên şêniyên Serêkaniyê, ên ku ew lê ne û ne yê wan e, endamên eşîra xwe yên li Serêkaniyê hişyar bikin. Divê ew ê ku dest danîne ser milkên şêniyan, wan milkan vegerînin.

VEGERA KOÇBERAN BINGEHA JIYANA HEVBEŞ E

Ferhan Dawûd wiha got: “Vegera koçberan a ji bo malên wan gaveke esasî ya ji bo hevgirtina niştîmanî, jiyana hevbeş, wekhevî û edaletê ye. Bi vê gave zîhniyeta şofînîst û tundraw a ku nakeve xizmeta gelê li Sûriyeyê de ji holê tê rakirin.

Hevserokê PYD`ê li Hesekê Ferhan Dawûd di dawiya axaftina xwe de divê şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên dîtir vegerin warên xwe, ev veger divê ewle be, parastina rûmet û mafê wan bike.

(sb)

ANHA