Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye

Şêniyên Çilaxayê ji bo pirsgirêka çopê li çareseriyê digerin û ji şaredariyê daxwaz kirin berpirsyar nêz bibe.

Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
Li Çilaxayê pirsgirêka çopê mezin bûye
27 tebax, 2026   05:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li kolan, tax û bazara bajarê Çilaxayê çop heye, şêniyan ji şaredariyê daxwaz kir ku pirsgirêka paqijiyê çareser bike.

Welatiyê bi navê Hisên Hacî got: "Ji bo pirsgirêka paqijiyê were çareserkirin divê qanûnan ferz bikin û jîngehê ji çopê biparêz in. Em ji şaredariyê daxwaz dikin bajar bişopîne û hemû kesên çopê tavêjin ceza bike. Her wiha divê qutiyên çopê li hemû taxan û bi taybet nêzî kanalên avdanê deyne. Em ji şaredariyê û komîteya jîngehê daxwaz dikin ku gelî û kanalên avdanê ji çopê paqij bikin, hemleyên paqijkirina bajar bi rêxistin bikin û şênî jî bi wan re bibin alîkar. Paqijiya bajarê me ne tenê ji karkerên paqijiyê tê xwestin, divê her kes berpirsyar nêz bibe."

Ji şaredariyê jî Hevseroka Şaredariyê Cahîde Şemo derbare pirsgirêka paqijiyê de axivî û got: "Karkerên paqijiyê hejmara wan kême lê rojane karê xwe dikin. Ji bo em hejmara wan zêde bikin me navê 30`î karkerî rakiriye desteya şaredariyê û li bendê ne ku navê wan qebûlbikin û destbi kar bikin. Her wiha me 50 qutiyên çopê ji desteya şaredariyê xwestine û em ê li tax, kolan û li ciyên pêdivî pê heye deyn in."

Di dawiyê de Cahîde Şemo got karkerên paqijiyê bi tena xwe nikarin berpirsyariya çareserkirina pirsgirêka paqijiyê rakin, divê em hemû bi wan re bibin alîkar. Em ji şêniyan daxwaz dikin ku çopa xwe ne avêjin kolan û kanalên avdanê û bajarê xwe biparêz in.

(np)

ANHA