‘Ji bo Sûriyeya nû nenavendîbûn çareya herî guncaw e’

Cîgirê hevserokên Partiya Sûriya Pêşerojê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku ji siyaseta çewisandin û paşguhkirinê dûr bikeve û got "Nenavendîbûna siyasî çareya herî guncaw ji bo Sûriyeya nû ye.”

‘Ji bo Sûriyeya nû nenavendîbûn çareya herî guncaw e’
23 tîrmeh, 2025   02:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Li gel guherînên siyasî û civakî yên kûr ên piştî hilweşîna rejîma Baasê di Kanûna 2024ˊan de, daxwazên gelê Sûriyeyê yên pêkanîna pergala demokratîk a pirreng ku mafên tevahî pêkhateyan misoger dike û rûmeta wan diparêze, zêde dibin.

Cîgirê hevserokên Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef têkildarî mijarê got: "Sûriye ji destpêka krîzê ve anku ji destpêka 2011ˊan ve, heta bi bûyerên şoreşê, guhertinên wê û şertgiriya komên ji aliyên derve re, îslamkirina şoreşê û derketina rêxistinên tundraw wekî DAIŞˊê, di nebûna çareseriya siyasî û paşguhkirina vîna gel re derbas dibe.”

El Xelef diyar kir ku hîna Sûriye zehmetiyên nebûna çareseriya siyasî û paşguhkirina vîna gel dikişîne û ji dema hikumeta veguhêz desthilat kontrol kiriye, hîna pergala desthilatê navendperestî ye.

El Xelef destnîşan kir ku hikumeta veguhêz gavên şaş avêtin, wek tevahî mezhebên gelê Sûriyeyê tev li avakirina Sûriyeya nû nekirin, gelek herêm wekî herêmên başûr, peravê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji avakirina Sûriyeya nû bi dûr xistin. Ev yek nîşan dide ku ev hikumet pişta xwe dide aliyên derve.

El Xelef diyar kir ku hikumeta veguhêz guh neda daxwazên gel ên wekî azadî, edalet û rûmetê ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve daxwaza wan dikin. Sûriyeyiyan di oxira wan daxwazan de bi hezaran şehîd dan û bi milyonan jî koçber bûn. Tiştê ku îro Sûriye tê re derbas dibe ne ber bi çareseriya demokratîk û rêzgirtina li pirrengiya çandî ya tevahî pêkhateyan e.

‘DIVÊ HIKUMETA VEGUHÊZ ŞAŞIYÊN XWE NAS BIKE’

El Xelef anî ziman ku ger niyeta çareseriya demokratîk û edaleta civakî li Sûriyeyê hebe, divê destpêkê hikumeta veguhêz şaşî û gavên xwe yên berê bi bin ketine nas bike, bi rêya kongreya diyaloga niştîmanî ya berfireh ji nû ve destkeftiyên şoreşê ava bike; ji rojhilata heta bi rojava, ji başûrê heta bi bakur, bi tevahî mezheb, etnîk û neteweyên Sûriyeyê û bêyî nijandperestiya dijî eşîr û neteweyan û vê şovenîstiyê bi dûr bikeve."

Ji bo çareseriyeke li gorî tevahî gelê Sûriyeyê El Xelef diyar kir ku divê destûreke nû ji welat re were amadekirin, da ku azadî û mafên her kesî misoger bike, rêzê ji pirrengiya çandî, etnîk û olî re bigire û ev maf di destûrê de werin îsbatkirin. Ji bo ku gelê Sûriyeyê bi berhema têkoşîna xwe ya zêdetirî 10 salan dirêj kiriye, kêfxweş bibe û bijî.

El Xelef diyar kir ku divê hikumeta veguhêz tevgerên siyasî nas bike, ruxsetan bide partiyên siyasî, derfetê bide xebata siyasî ya rêxistinî li Sûriyeyê, bi taybet partiyên ku rêya demokratîk dişopînin, divê desthilatên qanûnî, dozgerî, rêveberî ji hev werin cudakirin û pergala nenavendî bikeve pratîkê.

Cîgirê hevserokên Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef got: "Nenavendîbûn wekî tê gotin ne cudabûn e, lê nenavendîtiya siyasî û rêveberî ye ku derfetê dide xelkê herêmê bi xwe rêveberên xwe bi rêya sendoqên dengdanê hilbijêrin. Ji bo ku herêmên xwe li gorî bawerî û xwezaya xwe ya civakî û neteweyî bi rê ve bibin."

El Xelef di dawiyê de diyar kir ku nenavendîbûna siyasî û rêveberî çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeya nû ye, bi taybet piştî ev bûyerên vê dawiyê çêbûn.

(fr)

ANHA