Ji bo şervana YPJ`ê Nisrîn Çiya merasîma xiyabî

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê bi tevlêbûna şêniyên kantonê merasîmeke xiyabî ji bo şervana YPJˊê şehîd Nisrîn Çiya li Kobanê li dar xist.

21 îlon, 2025   13:50
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê ji bo şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîd Nisrîn Çiya (Dunya Henan) ku di 8`ê Kanûna 2024`an li Micbicê şehîd bûbû de, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Konê sersaxiyê li taxa Şehîd Moro hat lidarxistin. Di bin konê de endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan û rêxistinên jinan amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, dûre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Mihemed Bozî sersaxî ji malbata şehîd Nistîn Çiya re xwest û bejna xwe li hember giyanê şehîdan tewand û got: "Em ê her tim li ser xeta şehîdên xwe bimeşin û em ê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û em soza xwe ji bo bilindkirina asta têkoşîn dubare dikin."

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê Bedîa Miho sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza û şopandina rêya şehîdan da.

Bedîa Miho diyar kir ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û ew ê her tim li ser xeta şehîdên xwe bin û got: "Em bi şehîdên xwe hene, ew hebûna me ne. Dema ku şoreşê dest pê kir, ji wê rojê û heta roja îro ve êriş li ser gelê Kurd pêk tên. Lê li hember van êrişan şervanên me bersivên xurt didin û gelê xwe diparêzin. Em ê jî merîsa şehîdên xwe biparêzin, xewn û xeyalên wan pêk bînin."

Dûre li ser navê malbata şehîd Nisrîn Çiya, şêx Mehmûd diyar kir ku: "Em soza xwe ya ji bo parastina nirx û destkeftiyên şehîdan nû dikin, ku li hember dijmin têkoşînê mezin bikin."

(mm/fr)

ANHA