’Azadiya Rêbertî berdewama azadî û têkoşîna jinan e’

Endamên Mala Jin û Kongra Star ên li bajarê Qamişloyê diyar kirin ku berdewama ragirtina Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina pîvanên navneteweyî ne, di heman demê de pêvajoya aştiyê asteng dike. Endaman daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got, azadiya wî azadiya tevahî jinan e.

’Azadiya Rêbertî berdewama azadî û têkoşîna jinan e’
21 îlon, 2025   13:46
QAMIŞLO

Endamên Mala Jin û endamên Kongra Star li pêşiya avahiya Mala Jin a li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê kom bûn û bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Mala Jin Behiya Silêman ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku azadiya fîzîkî mafekî bingehîn e ku di qaûnên navneteweyî, bi taybetî peyama girêdayî mafên sivîl, siyasî û pîvanên muameleya li hemberî girtiyan de hatiye destnîşankirin.

Hat gotin, berdewama ragirtina Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina van qanûn û pîvanan e, her wiha birîneke vekirî di wijdanê mirovahiyê de çêkiriye.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe da parastina rûmeta gelan û mafên wan ên azadî û demokasiyê. Hate destnîşankirin ku ramanên wî bûne jêdera hêvî û îlhamê ji mîlyonan kesî re.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ragirtina Rêber Abdullah Ocalan di heman demê de li pêşiya pêvajoya aştî û aramiyê li herêmê dibe asteng.

Hate gotin, divê Rêber Abdullah Ocalan bêyî şert tavilê were azadkirin. Bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên qanûnî û mirovî  bi cih bînin û  dawî li neheqiya dîrokî bînin.

Di dewama daxuyaniyê de hat desntîşankirin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan berdewama azadiya jinan û têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna ji bo jiyanê û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ye.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku pirsgirêka jin tevahî mirovahiyê eleqedar dike û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gavek girîng ber bi pêkanîna aştî û edaletek mayînde ve ye.

(bb)

ANHA