Ji bo şehîd Mordem Eylûl merasîma xiyabî

Şêniyên bajarokên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Koçerat ên tev li merasîma xiyabî ya şehîd Mordem Eylûl bûne li hember hewldanên dewleta Tirk û hevkarên wê ji bo tunekirina gelê Kurd, teqezî bi mezinkirina têkoşînê kir.

15 îlon 2024   14:45
QAMIŞLO

Şêniyên bajarokên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Koçerat ên tev li merasîma xiyabî ya şehîd Mordem Eylûl bûn ku Meclisa Malbatên Şehîdan li stada bajarokê Rimêlan ê bajarê Girkê Legê li dar xistiye. 

Şehîd Mordem Eylûl (Ebdullah Nebo) gerîlayê HPG`ê ye û Tîrmehê li Zapê şehîd bûye.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê Hezne Temo axivî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest.

Xezne wiha domand: "Malbatên şehîdan fedakariyên mezin kirin û ji bo parastina destkeftiyên şehîdan amade ne destkeftiyên din bidin."

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk a bajarê Girkê Legê Heyder Dêrik axivî û got: "Dewleta Tirk bi siyasetên xwe hewl dide gelê Kurd qir bike. Lê hêzên leşkerî soz dane şehîdan ku li ser şopa wan têkoşînê berdewam bikin."

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fuad Sedî wiha axivî: "Yekitiya pêkhateyan ji bo dewleta Tirk peyamek e ku em ê têkoşînê li hember wê mezin bikin û civakeke demokratîk û hevgirtî ava bikin."

Bavê şehîd Ehmed Eyûb jî got: "Bi fedakariyên şehîdên mîna Mordem û berxwedana gerîla, welêt tên avakirin û civak ji zulmê û sitemkariyê rizgar dibin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA