Ji bo şehîd Mazlûm Partîzan sersaxî hat qebûlkirin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Mazlûm Partîzan ê 6’ê Îlona 2023’yan di êrişa artêşa Tirk a dagirker de li Garê şehîd bûbû, sersaxî hat qebûlkirin.

17 îlon, 2024   14:48
ŞEHBA

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku ji gerîlayên HPG’ê Mazlûm Partîzan (Mihemed Reşîd) 6’ê Îlona 2023’yan di êrişa artêşa Tirk a dagirker de li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bûye.

Ji bo şehîd Mazlûm Partîzan konê sersaxiyê li gundê Til Şeîr ê bajarokê Ehdasê hat vedan. Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê ji bo taziyê herikîn bin kon.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê Gulê Mihemed sersaxî ji malbata şehîd û gelê herêmê re xwest û got: "Malbata şehîd Mazlûm xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Beriya şehîd Mazlûm birayê wî Qehreman sala 2018’an di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de şehîd bû."

Gulê Mihemed anî ziman ku gerîlayên HPG û YJA-Starê gelê Kurd ji dewleta Tirk a dagirker diparêzin.

Endamê Meclisa Kantona Efrîn-Şehba Dilsoz Efrîn jî got: "Rejîma Tirk naxwaze gelê me azad bijî j zêdetirî 50 salî ve êrişî me dike û ji bo tunekirina me hemû cûreyên qedexekirî bi kar tîne."

Dilsoz Efrîn li dijî dagirekriya dewleta Tirk banga yekitiyê li gelê Kurd kir.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Mazlûm Partîzan hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

(bb)

ANHA