Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Li bejahiya Humisê di êrişeke çeteyên DAIŞ’ê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
17 îlon, 2024   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya giştî ya Suxne-Dêrazorê ya li bejahiya Tedmurê êrişî erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kir.

Li gorî çavkaniyan, di êrişê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê duh jî li bejahiya Tibnî ya gundewarên Dêrazorê êrişî nuqteya çekdarên Dîfa El Wetenî kiribû. Di êrişê de 3 çekdarên Dîfa El Wetenî birîndar bûbûn.

(bb)